Ermenistanê 2 helîkopter û 3 balafirên bêpîlot ên Azerbêcanê xistin xwarê

Ermenistanê îro danê sibehê ragihand ku Azerbêcanê êrişek li dijî herêma Qerebax (Ardsax) pêk anî û di encamê de Ermenistanê  2 helîkopter û 3 balafirên bêpîlot ên Azerbêcanê xistin xwarê.

Serokêwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan îro danê sibehê da zanîn ku artêşa Azarbêcanê ji aliyê Qerebaxê ve dest bi êrişekê kir, lê artêşa wan bi awayekî serkeftî rewş kontrol kir.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir ku hêzên wan 2 helîkopter û 3 balafirên bêpîlot xistin xwarê û got ku Azerbêcan berpirsyarê vê êrişê ye.

Li aliyekî din Wezareta Parastinê  ya Azerbêcanê da zanîn ku Ermenistanê baregehên artêşa Azerbêcanê û bajarokên nêzî eniya şer topbaran kirin û destnîşan kir ku kuştî û birîndar ji sivîlan hene. 

Her wiha Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê diyar kir ku artêşê tedbîrên bersivdayînê girtine û rewş niha di bin kontrolê de ye.

Wezaretê tekez kir ku rast e helîkopterek a girêdayî hêzên hewayî yê Azerbêcanê li Qerebaxê ketiye, lê kesên ku tê de bûn tişt pê nehatiye.

Aloziya di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de vedigere sala 1918`an ku her yek ji wan dixwaze herêma ‘Nagornî Qerebax’ ku piraniya şêniyên wê Ermen in, tev li axa xwe bike. 

(oh)


Mijarên Din