Ermenistan û Azerbeycan vê carê jî negihîştin peymaneke nû ya agirbestê

Ermensitan û Azerbeycan negihiştin peymaneke nû ya agirbestê, lê belê li ser girtina tedbîran ji bo kêmkirina rageşiyê li hev kirin.

 Şeva din Wezîrê Derve yê Ermensitanê Zohrab Natsakanian û Wezîrê Derve yê Azerbeycanê Jihon Bayramov, ji bo çareserkirina aloziyê û bidawîkirina şer li Cinêvê civiyan.

Navbeynkarên fransî, rûsî û amerîkî yên koma Minskê daxuyaniyek dan û bang li her du aliyên şer kirin ku peymana berê ya agirbestê pêk bînin.

Li gorî AFP`ê, navbeynkaran diyar kir ku aliyên şerê Qerebaxê nêrînên xwe bi hev re parve kirin da ku helwestên xwe girêdayî xalên bi girêk ên peymana agirbestê ya 10`ê Cotmehê li Moskovê pêk hatiye, zelal bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê li gorî qanûna mirovahiyê ya navneteweyî, sivîl an jî cihên ne leşkerî neyên hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyê, dê aliyên şer bi awayekî aktîv beşdarî çalakiya pevguhertina cenazeyan bibin û divê di hefteyê de lîsteyên bi navên dîlgirtiyên şer radestî Xaça Sor bikin .

Ji 27`ê Îlona borî ve, di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de şer rû dide ku 3 caran bi navbeynkariya Rûsya û Amerîkayê agirbest ragihadin, lê belê ji ber destwerdana dewleta Tirk ya bi rêya şandina çek û çeteyan şer dewam dike.

(cx)


Mijarên Din