Ermenistan itîrafa fermî bi serxwebûna Qerebaxê lêkolîn dike

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ragihand ku welatê wî bi cidî lêkolînê li ser itîrafa fermî bi serxwebûna Qerebaxê dike û destnîşan kir ku hedefa welatê wî sepandina mayînde li vî welatî ye.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ji ajansa TAS a Rûsyayê re daxuyand ku Ermenistan li ser itîrafa fermî bi serxwebûna Komara Qerebaxê lêkolîn dike.

Paşinyan bal kişand ser ku reftarên Ermenistanê bi hedefa sepandina aramiya mayînde li Qerebaxê ye. Paşinyan got: "Belê, mijara itîrafa bi serxwebûna Qerebaxê di rojeva me de pêşniyarkirî ye û lêkolîna avakirina koalîsyoneke leşkerî ya siyasî bi hev re dikin."

Paşinyan got Ermenistan dê ewlehiya garantoriya xwe pê re yan jî bêyî beşdariya rêxistina peymana ewlehiya komî bike, di heman demê de da zanîn ku Ermenistan bi şîrketên rêxistina peymana ewlehiyê re têkildar e.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan piştrast kir ku Ermenistan amade ye civîna bê ya meclisa hikumeta navneteweyî ya yekitiya aborî ya Euroasia li Yerîvanê pêşwaz bike, ew civîn jî dê di 9’ê Cotmeha bê de li dar bikeve.

(fr)


Mijarên Din