Ermenistan… îspatên beşdarbûna hêzên taybet ên dewleta Tirk di şerê li Qerebaxê de

Dozgeriya Giştî ya Ermenistanê piştrast kir ku wan têkildarî beşarbûna hêzên taybet ên dewleta Tirk di şerê li Qerebaxê de, gelek delîl bi dest xistine.

Nivîsgeha Dozgeriya Giştî yê Ermenistanê piştrast kir ku gelek endamên hêzên taybet ên girêdayî hêzên çekdar ên dewleta Tirk beşdarî şerên li Qerebaxê bûne, her wiha diyar kir ku wan di vê derbarê de gelek îspat bi dest xistine.

Nivîsgeha Dozgerê Giştî yê Ermenistanê ku xwe spart gelek îspatan, diyar kir ku ji Tebaxa îsal ve gelek endamên hêzên taybet ên dewleta Tirk artêş perwerde kirine û yekser beşdarî operasyonên leşkerî bûne.

Di 27`ê Îlonê de, di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de şer dest pê kir. Ji bo rawestandina şer, bi navbeynkariya Rûsyayê di 10 û 18`ê Cotmehê de du peymanên agirbestê pêk hatin, hemwextî wê yekê hewldanên dewleta Tirk ên bidawîkirina peymanên agirbestê hene.

(cx)


Mijarên Din