Ermeniyên Girê Spî: Tirkiye dixwaze komkujiyên Osmaniyan dubare bike

Jinên Ermen ên bajarê Girê Spî gotin: “Em wek Ermenên li Girê Spî mesajekî ji Erdogan re dişînin û dibêjin ku em komkujiyên ku Împaratoriya Osmaniyan li ser gelê me pêk anî ji bîr nakin. Niha jî Tirkiye ya neviyê Osmaniyan dixwaze heman sînaryoyê li ser gelên herêmê pêk bîne.”

Jinên ji pêkhateya Ermen ên li kantona Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê beşdarî çalakiyên konvedanê yên mertalên zindî bûne ji ajansa me re axivîn. Jinên Ermen gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Gelên herêmê bi hev re bira ne û kesên mîna Tirkiyê nikarin fitneyan têxe navbera wan. Gelên herêmê daxwazin ewlehî û istiqrarê pêk bînin, lê Tirkiyê dixwaze serdema dewleta Osmaniyan vejîne û  komkujiyên li ser şêniyên herêmê pêk bîne.”

Losiyan Matosiyan got: “Em wek Ermenên li Girê Spî mesajekî ji Erdogan re dişînin û dibêjin ku em komkujiyên ku Împaratoriya Osmaniyan li ser gelê me pêk anî ji bîr nakin. Niha jî Tirkiye ya neviyê Osmaniyan dixwaze heman sînaryoyê li ser gelên herêmê pêk bîne.”

Losiyan destnîşan kir ku pêkhateyên Girê Spî ji Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen bi hev re bi biratî dijîn û ti cudahî di navbera pêkhateyan de tine ye.

Her wiha Ermeniya bi navê Soniya Magdoyan gefên Tirkiyê şermezar kir û wiha got: "Em wek gelên Sûriyê istiqrar û aştiyê dixwazin. Dagirkeriya Tirkiyê hewl dide serdema Împaratoriya Osmaniyan li herêmê vejîne. Komkujî li ser gelê Ermen pêk anîn. Zêdetirî milyonek û nîv ermenî kuştin. Beşek mezin jî da koçber kirin. Ev yek têrê nekir, niha jî gefan li ewlehiya Sûriyê dixwe.”

Soniya gotinên xwe wiha domand: “Erdogan bi rêya gefên xwe û piştgiriya xwe ya ji komên terorîst re, dixwaze dîroka Osmaniyan dubare bike.”

Soniya di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew gelekî berxwedêrin û hemû destwerdanên Tirkiyê di Sûriyê de red dikin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din