Ermenên Efrînê: Senaryoya qirkirina Ermenan li Efrînê dubare dibe

Ermenên Efrînî yên li herêma Şehbayê dimînin, got binpêkirinên ku Osmaniyên beriya sed salan li dijî Ermenan pêk anîbûn, niha li Efrînê ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyê ve dubare dibin.

24‘ê Nîsanê salvegera qirkirina Ermenan e ku Osmaniyan li ser gelê Ermen pêk anîbû û di encamê de zêdetirî milyon û nîv Ermen bûn qurbanî, her wiha zêdetirî 235 hezar jî ji gundên wan hatin derxistin û neçar kirin ku bibin misilman.

Ermenên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê neçar man derkevin Şehbayê ji ajansa me ANHA‘yê re axivîn û got kiryarên ku Osmaniyan sala 1915‘an der heqê Ermenan de pêk anîbûn, niha dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê di nav bêdengiyeke navdewletî de pêk tîne.

Welatiya bi navê Hêvîn Xerebî wiha got: "Bapîr û dabîra min piştî ku neçar hatin kirin ku bibin misilman, koçî Sûriyê bûn û li gundê Hec Xelîl Efrînê ku niha dagirkirî ye, bi cih bûn."

Hêvîn anî ziman ku şêniyên gundê bapîr û dabîra wê ji ber Osmaniyan li gund veşartin da ku neyên kuştin.

Welatiyê bi navê Cemîl Xerbî jî diyar kir Osmaniyan kalikên wî û milyon û nîv Ermen bi awayekî hovane kuştin. Xerbî destnîşan kir ku kiryarên ku Osmaniyan beriya sed salan pêk anîn îro ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve li dijî şêniyên Efrînê dubare dibin û got: "Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê şêniyan dikuje, direvîne û demografiya herêmê diguhere."

Xerîb diyar kir ku ew şêniyên Efrînê dê berxwedana xwe dewam bikin û wekî salên berê bê deng nemînin, heta Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.

Henîfe Xerîb jî got: "Osmaniyan bi awayekî hovane ku ziman nikare wesif bike, bapîrên me bi saxî şewitandin, avêtin bîran û şikeftan."

Henîfe destnîşan kir ku Osmanî û dewleta Tirk rûyek in, kiryarên ku Osmaniyan der heqê bapîr û dapîrên wê de pêk anîbûn, îro li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ve xwe dubare dikin.

ANHA


Mijarên Din