​​​​​​​Ermenîstan û Azerbaycan...krîza kevin nû dibe

Di encama şerê li ser sînorê bakur ê di navbera her du welatan de, krîza kevin a di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de nû dibe. Di Heman demê de dewleta Tirk vê carê jî difna xwe xiste nava krîzê. Tê destnîşankirin ku Enqere cebheyeke din li nakokiyên xwe yên bi derve re zêde bike. Her wiha çavdêr bertekên Moskovayê yên ji bo piştgiriya Ermenîstanê dişopînin.

Azerbaycan û Ermenîstanê diyar kirin ku di 12’ê Tîrmehê de li ser sînor herdu aliyan gule berdan hev. Her aliyekî yê din bi binpêkirina agirbestê û topbaran tewambar kir.

Di encama şer de 7 leşker û sivîlek ji Azerbaycan û 2 leşker jî ji Ermenîstanê hatin kuştin.

Dewleta Tirk a ku berjewendiyên xwe ji nakokiyên di navbera gelan de dibîne, yekser destwerdana aloziyê kir. Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar got,  dê welatê wî li dijî Ermenîstanê li cem Azerbaycanê cih bigre.

Akar ev gotin di civîna vîdeokonferansê ya bi serokerkan Yaşar Guler, fermandarê hêzên bejahî Umît Dundar, fermandarê hêzên asîmanî Hesen Kocok Akyuz, fermandarê hêzên deryayî Adnan Ozbal û hêjmarek parlementer re, kir.

Dezgehên çapemeniyê li ser zimanê çavkaniyên ji hundirê Efrînê ya ku dewleta Tirk a dagir kiriye, daxuynad  ku MIT’a Tirk dest bi qeydkirina navên çeteyan, bi taybet çeteyên ji komên Turkmen kiriye ku bişîne Azerbaycanê ku şerê Ermenîstanê bikin.

 Herêma Nagorno-Karabakh li eniya têkiliyên binakok ên di navbera Yerevan û Bakuyê de ye. Her wiha desthilatên Sovyet ev cihê ku piranî Ermenî lê dijîn, di 1921’an de bi ser Azerbaycanê ve kir. Lê belê bi piştevaniya Ermenîstanê di 1991’an serxwebûna xwe ragihand.

Piştî wê şer rû da, di encamê de nêzî 30 hezar kes hatin kuştin û bi sed hezaran jî koçber bûn. Tevî îmzekirina agirbestê ya di 1994’an de û pêkanîna navbeynkariya Rûsya-Amerîka-Fransa ya bi navê " Minsk Group" hê jî şerê çekdarî li dar e.

Berjewendiyên Tirkiyê yên geostratejîk li Qoqaz û Asyaya Navîn hene. Azerbaycan bi sotemeniyê dewlemend e û gelê wê beşek ji zimanê Tirkî diaxivin. Vê yekê hişt ku Azerbaycan û Tirkiye bibin hevalbend, ev yek jî dostaniya dijminahiyek hevbeş a li dijî Ermenîstanê xurt dike. 

Di sala 1915’an de dewleta Osmanî milyonek û nîv Ermen qetilkirin, ji ber vê jî hêrsek mezin a Ermenîstanê li hember Tirkiyê heye.

Têkiliya Rûsyayê ya bi Ermenîstanê re, ji ya bi Azerbaycanê re baştir e.  Lê belê Rûsya çekan difroşe herdu aliyan. Her wiha Yerevan tev li hevbendiyên siyasî, aborî û leşkerî yên bi serkêşiya Moskovê bû. Ji wana ya herî giring jî  peymana ewlehiya komî ye.

Aliyek din a paşguhkirî ya doza Ermenîstan-Azerbaycanê heye. Şerê herdu aliyan li herêmên ku Kurd lê bûn, pêk dihat. Li wan herêman Komara Kurdistanê ya Sovyetê hat avakirin û bi Kurdisana Sor tê naskirin. Komar di 1923’an de li Moskovê hat avakirin. Piştre Stalin di 1929’an ji ber gelek sedeman hilweşand. Hinek ji wan sedeman jî  redkirina tund a Azerbaycanê û berjewendiyên ku di navbera Stalin û Ataturk de, bûn.

Ermenîstanê hewl da Kurdan bi rêya parastina mafên wan ber bi xwe ve bikişîne, lê Azerbaycanê siyaseta îmhakirina nasname û dûrxistina siyasî bi kar anî.

PAŞXANEYÊN DÎROKÎ

Derbarê vê de pisporê misirî yê karûbarên tevgerên tundraw û terorîstên navneteweyî Munîr Edîb ji ANHA’yê re axivî û wiha got: "Hin paşxaneyên dîrok ên naskirî hene. Ew jî fikra nakokiya li ser herêma ku li başûrê rojavayê Azerbaycanê ye. Ji wê zêdetir jî nakokiyên etnîkî û olî hene ku dibin sedema aloziya rastîn a di navbera her du aliyan de."

‘HINEK NAKOKIYÊ GUR DIKIN’

Têkildarî sedema vegera nakokiyê Edîb wiha got: "Hin hene vê nakokiyê gur dikin û hin jî piştevaniya Azerbaycanê dikin, da ku axaftina li ser vê herêma ku Ermenîstanê serwerî lê kiriye vegere. Ew jî dewleta Tirk e ku bi morha îslamê bi rêya Erdogan û piştevaniya ji komên olî yên tundraw re ye. Azerbaycan ji Ermenîstanê zêdetir nêzî Tirkiyê ye. Her wiha mezinên Erdogan komkujiya mezin li dijî Ermeniyan pêk aniye. Bi wê re jî piştevaniya Azerbaycanê dike, ji bo ku vê dozê vejînin."

‘CEPHEYA TIRKIYÊ YA NÛ’

Pisporê misirê Munîr Edîb wiha axivî: "Sedema girîng û sereke di nakokiya berdewam de, bikaranîna AzerbAycanê şerê li dijî dijminatiya Tirkiyê ye. Ermenîstan jî hevrikê siyaseta Tirkiyê ya kevn û nûjen e."

Têkildarî dema şer û nakokiyê Edîb wiha dibîne: "Diyariya dem girîng e. Li gel hebûna Tirkiyê, krîzek rasteqîn heye. Her wiha hin fişarên tund li dijî wê hene, dibe ku ev fişar jî ji hêla Rûsyayê ve be. Rûsya hevalbendê Ermenîstanê ye. Hevbendiya leşkerî û siyasî ya bi serkêşiya Moskovê wan li hev kom dike, ew jî li gorî (rêxistina peymana ewlehî ya komî ye)."

Edîb gotinên xwe wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk Azerbaycanê ji bo fîtneya bi hevrikiya xwe ya siyasî bi Ermenîstan û Rûsyayê re heyî, bikar tîne. Ji ber ku di dawiyê de xwestek û hedefên Tirkiyê hene, dixwaze bi rêya pêkanîna van fîtneyan û bi piştevaniya Azerbayanê bi kar bîne da ku bandorê li vê nakokiyê bike û di heman demê de jî li dijî Ermenîstan û Rûsyayê bisekine."

‘DÊ KAXIZA FIŞARÊ BIMÎNE’

Edîb axaftina xwe wiha domand: "Dê rewş wek xwe bimîne. Ev nakokî ji beriya salekê ve heye û çareya wê li gel girêkên siyasî di dîmena navdewletî û herêmî de dijwartir in. Bi wê re jî dê dewleta Tirk Azerbaycanê weke kaxiza fişarê li dijî Ermenîstanê bikar bîne. Ji ber Ermenîstan, ji bo qirkirina Ermaniyan daxwaza dadgehkirina dewleta Tirk dike, ev jî serê Tirkiyê diêşîne."

Edîb da zanîn ku Tirkiye û Rûsya di hin dosyayan de li hev nakin, fikreya pêxistina vê dozê dibe sedema aloziyeke mezin li gel Rûsyayê, ji lew re Tirkiye fişarê li Rûsyayê jî dike.

Di dawiyê de Munîr Edîb wiha got: “Pêşdeçûn tu encaman nayîne. Ev doz tenê tê bikaranîn, dibe ku ev nakokî û kriz heta sedsala bê jî wek xwe bimîne.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din