Ersîn Çekso ji Serêkaniyê: Artêşa dagirker amadekariya êrîşeke mezin dike

Nûçegihanê ANF`ê Ersîn Çekso ji navenda bajarê Serêkaniyê ragihand ku qaşo ev du roj in li Serêkaniyê agirbestek heye, lê êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Serêkaniyê dewam dikin.

Nûçegihanê ANF`ê Ersîn Çekso ji navenda bajarê Serêkaniyê ragihand ku qaşo ev du roj in li Serêkaniyê agirbestek heye, lê êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Serêkaniyê dewam dikin.

Ersîn got hêzên dagirker dixwazin hêza xwe li bajarê Serêkaniyê xurt bikin, li hember vê yekê jî şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva hêzên dagirker didin.

 Ersîn da zanîn ku ji şevê din heta niha xeta sînor nexasim taxa Mehta, aliyê rojhilatê bajar ango li li aliyê nexweşxaneyê çeteyan bi awayekî dijwar êrîş dikir, di heman demê de artêşa dagirker hêzeke xwe ya zêde tevî erebeyên zirxî, çete û cebilxane derbasî Serêkaniyê kirin.

Ersîn anî ziman ku diyar dibe ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qaşo agirbestê ji bo xwe wekî derfet dibînin û amadekariya êrîşeke mezin dikin, li hemberî vê yekê jî şervanên QSD û gelê Serêkaniyê berxwedana xwe dewam dike.

(kc)


Mijarên Din