Erzîncan: Civak bi serê xwe dikare xwe ji vê vîrusê xilas bike

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got: ''Dewletan xwest ku Koronavîrus belav bibe. Civak bi piştevaniyê dikarin ji vê belayê xilas bibin.''

Der barê vîrûsa koronayê de endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi bîr xist wan ji mêj ve nirxandina wê dikir ku modernîteya kapîatlîst bi sedsala 21'ê re ketiye nav krîzekê, ev krîz ne ji ji bo demeke kurt e, lê belê domdar û krîzên ji avaniyê ve ne. Erzîncan got: ''Pergala hegemonîk a global ketiye zeboqekê û dixitime. Weke ku tê zanîn beriya vîrûsa koronayê li her devera cîhanê serhildanên gel, li dijî dewletan û hêzên desthilatê hebûn. Dema ku mirov li saziyên modernîteya kapîtalîst a van du sed salên dawî dinêre, ti caran wekî dema niha nebûbûn saziyên bêbandor, pûç û vala, weke NYE, YE, parlamentoyên berest, partiyên siyasî û hwd. Em di serdemeke wiha de bûn ku krîzên ekolojîk ji kûr ve bandor li jiyana mirovan dikir. Niha jî em di vê pêvajoyê de ne.''

 

'TEVDÎRÊN CIDÎ NEHATIN GIRTIN'

Erzîncan bi domdarî wiha got: ''Xuya dike ku ne tesadûf e di pêvajoyeke wiha de nexweşiyên kujer ên  wekî Koronavîrusê bikevin rojevê. Hê jî nayê zanîn ku ev vîrus çawa derketiye holê û çawa derbas î laşî mirovan dibe. Em bala xwe bidinê, her çendî nexweşiyeke kujer e jî, di serî de DYE, Tirkiye û gelek dewletên Ewropayê tevdîrên cidî negirtine.

Dema ku mirov hemû rûdanan analîz bike, dibîne ku pergala hegemonîk bi zanebûn ev vîrûs belav kiriye. Hewl tê dayin ku bi derxistina nexweşiyên têgerok ên kujer bala hêzên demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk ên sedsala 21'an û muxaleftê bikişînin û bi dawî bikin . Lewra di rewşa heyî de pêwîste ku  rengên nû yên têkoşînê yên bi paradîgmaya me ya azadiyê re lihev in û rêveberiyên nû werin geşkirin û berfirehkirin. Ev pêwîstiyek e.

''DEWLETAN XWEST KU BERBELAV BIBE'

Erzîncan li ser helwesta dewletan a li hemberî (covid-19), wiha got:

''Dewletan xwest ku ev vîrus belav bibe. Di serî de li gel ku haya wan ji giranbûna rewşê hebûn jî, lê belê ti tevdîr negirtin. Civak bi temamî bê parastin hiştin. Berevajî vê weke amûra xilasbûna ji muxalefeta civakî, ji muxalefeta kuçeyêji û raperînan hate dîtin. Hişmendiya hegemonîk a yekdest tevî ku zanîbûn ku dê di aliya aborî de zerarê bihgihîne wan jî, ev plan saz kirin.  Em bi cihanîna gerdûnî ya hişmendiya, ''bila kêm be, ya min be'' li vir dibînin. ''Bila mirov kêm bin lê yên min bin.''

'DIXWAZIN BI KORONAYÊ RE CIVAKÊ ZÊDETIR HEWCEYÎ DEWLETÊ BIKIN'

Erzîncan di dewama axaftina xwe de wiha got: ''Ji ber vê yekê, tê fêhmkirin ku pergala hegemonîk a global bi hinceta vê nexweşiya (pandemiyê) dixwaza stratejiyên nû saz bike ku pê civaê zêdetir hewceyî dewletê bike û otorîteya dewlet û desthilatê ji nû ve ava bike. Lewra bi vîrûsa koronayê re mirov daneyên pir xurt dibîne ku ev nexweşiya kujer ji aliyê pergalê ve bi zanebûn hatiye derxistin. Ji bilî vê, bi zanebûn an jî bê zanabûn ger mirov li nexweşiyên di dîrokê de derketine dinêre, fêm dike ku hemû bobelatên mirovî, encama kirinên dewletan û hêzên desthilatdar e.''

 

 

'BI KORONAYÊ RE DIXWAZIN MIROVAHIYÊ BIKIN RIKEHÊ'

Erzîncan wiha pê de çû: ''Derdorên ku li gorî wan taloke ne û bi kêrî tiştekî nayên, tine dikin. Vîrusa koronayê li gorî ku zengîn û tenduristiya wan a temam hatiye avakirin. Balkêş e ku beşê mirovên temenmezin ê cîhanê bûye hedef. Bi vê virusê re tenê li ser fikrê "kesên temenmezin bi kêrî tiştekî nayên" naçin. Her wiha li vir bîra mirovahiyê, manewiyata wê û tecrûbeya wê tê tunekirin. Em dizanin ku modernîteya kapîtalîst çiqasî giringiyê dide hilweşandina bîra civakê û dixwaze dîroka wê tune bike. Civaka ku ne xwedî tecrûbe û zanîn be jî, bi hêsanî tê kontrolkirin û bi hêsanî mirov dikare reng bidê. Civaka ku kesên temenmezin tê de tune bin, bi rehetî tê kontrolkirin. Anku mirov nikare xwe ji wê fikrê xilas bike ku ev vîrus weke rêbazeke qirkirinê hatiye afirandin û l igorî vê yekê  plan hatine danîn. Bi vê nexweşiyê re tê xwestin ku hemû mirovahiyê bikin rikehekê.''

'DIVÊ EM JI REWŞA ŞOQBÛNÊ DERKEVIN Û LI SER TÊKOŞÎNÊ RAWESTIN'

Erzîncan diyar kir ku bi rewşa koronavîrusê re gef û tehlukeya li ser jinan zêdetir bûye û wiha got: ''Jin, hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên gelan dê bifikrin ku çawa xwe ji vê nexweşiyê biparêzin û tevdîrên bi çi rengî bigirin. Her wiha dê bifikrin ku di vê rewşa nû de ya ku hatiya afirandin, dê têkoşîna azadiyê çawa bê kirin, çawa wê li dijî pergala hegemonîk a global rawestin, piştevanî wê çawa be û yekitiya civakê wê çawa be?. Divê mirov li ser van pirsan raweste, li bersivan bigere, ev nêzîkatiya rast e. Em hemû li vê digerin. Divê em zêdetir li ser kûr bibin. Divê em ji rewşa şoqbûnê derkevin û li ser têkoşînê rawestin.''

'DIVÊ CIVAK HÊVIYAN JI DEWLETÊ NEKE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi domdarî got: ''Pir aşkere ye ku ancex bi piştevaniyê mirov dikare ji vê vîrusa ku bûye bela serê mirovahiyê, xlias bibe.Divê gelê me li hev xwedî derkeve."

Erzîncan wiha dirêjî da axaftina xwe:  ''Li vir careke din girîngiya xwerêveberiyê û jiyana xwe disperse gundîtiyê derdikeve holê. Tê fêhmkirin ku modêla neteweya demokratîk, avakirina meclis û komînan pir girîng e û bi lezgînî hewce pê heye. Divê li her gund, her tax û her bajarî tevdîrên pêwîst bên girtin. Divê destekê bidin hev. Ên ku derfetên wan ên madî hebin li kûderê bin jî, divê di vê qoanxa zehmet de destekê bidin hev. Divê tenduristiya xwe û ewlehihya xwe bi hêviya dewletê ve girê nedin. Dewlet nade jiyîn, dikuje. Divê mirov vê zanibe. Heke dewlet hin tiştan dike jî ne ji ber ku li gel difikire dike, lê belê ji bo rewatiya xwe û desthilata xwe mayînde bike, dike. Lewra divê em rêbazên nû yên têkoşînê bibînin û bi rêxistin bikin.''

'RISTA ÇAPEMENIYA AZAD DÎROKÎ YE'

Erzîncan di rewş heyî de bal kişand ser girîngiya çapemeniyê jî û wiha got: ''Ji bo rêxistinkirinê, teknî wekî amûreke pir cidî tê bi karanîn. Rola organên medyaya alternative û azadîxwaz di serdema berdest de dîrokî ye. Belkî jî di dîroka mirovahiyê de tu caran nehatiye wê asta ku bi risteke stratejîk rabe.''

Li ser rola hêzên demokrasiyê û azadîxwaz jî Erzîncan got: ''Hêzên demokasiyê û azadiyê di vê serdemê de ku krîza mirovahiyê giran bûye, wê karibin bi sratejî û taktîkan vê di berjewendiya xwe de bi kar bînin. Divê em karibin ji vê krîza mirovahiyê ramana alternatîf, rêxistiniyan û piştevaniyê biafirînin.''

'EM DI VÊ PÊVAJOYÊ DE RÊBERTÎ BAŞTIR FÊHM BIKIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan herî dawî wiha got:

 

''Em çawa dikarin bêhtir têkoşîna azadiyê geş bikin? Divê mirov li ser rê û rêbazên vê bisekine, xwe perwerde bike, xwe hazir bike, şertên heyî jî mirov binirxîne û çi tiştên ku mirov dikare bike, divê bike. Rêyên çareseriyê ku Rêbertiya me di parastinên xwe de daniye holê, divê em baştir fêhm bikin. Em careke din parêznameyan bixwînin, fêm bikin û bi cih bînin. Heke her kes xwe kûr bike û bifikire, hêvî, bawerî û moralê xwe geş bike, em ê bikaribin vê qonaxê derbas bikin. Bi piştevaniyê em dikarin van rojên giran derbas bikin.''

 


Mijarên Din