​​​​​​​Esad bi daxuyaniyên xwe, bi xwe re dikeve nakokiyê

Dema mirov li daxuyaniyên serokê Sûriyê Beşar Esad yên duh û îro binêre, rêzenakokî bala mirov dikişînin. Ew nakokî du tiştan nîşan didin; an ew nikare siyasetê fehm bike, yan jî ji hêla kesên din ve tê birêvebirin.

Êdî li ser kesekî nayê veşartin ku seriyê rêveberiya dewleta Sûriyê Esad, di her hevdîtinekê de bi rêya dezgehên çapemeniyê hewl dide rastiyan berovajî bike. Careke din Esad bi heman rêbazê derdikeve lê ve carê ne tenê rastî berovajî kirin, lê ji wê zêdetir dîrok berovajî kir.

Ya herî zêde ji daxuyaniya wî ya dawîn bala mirov dikişîne, Esad bi awayekî kûr behsa doza Kurd û Kurdan li Sûriyê kir. Dema ku digot Kurd ji şêniyên Sûriyê yên resen in û beşek ji tevna Sûriyê ne, bê wan Sûriyeyek hevgirtî nayê avakirin, niha berovajî gotinên xwe yên berê radigihîne. Esad got: “Kurd di serdema berê de ji ber hovîtiya Tirkiyê hatine û wan Kurd li Sûriyê pêşwazî kirine?

Serokê rêveberiya dewleta Sûriyê Beşar Esad di 5’ê Adarê de ji kanala Rûsya 24’ê re axivî. Esad got: “Tiştek bi navê `doza Kurd` li Sûriyê tune ye. Kurd ji Tirkiyê di serdema borî de hatin." Ger em vegerin daxuyaniyên Esad ên bere, em dibînin ku ev nakokiyeke mezin e.

BÊYÎ KURDAN AVAKIRINA SÛRIYEKE HEVGIRTÎ NE PÊKAN E

Esad di 15’ê Cotmeha 2015’an de ji kanala RT a Rûsyayê re axivî. Esad gotibû: “Kurd beşek in ku ji Sûriyê nayên parçekirin. Ew ne xerîb in. Kurd mîna Ereb, Çerkez, Ermen û gelek pêkhateyên din ji gelek serdeman ve li Sûriyê dijîn. Bê van pêkhateyan, avakirina Sûriyeke hevgirtî ne pêkan e."

Lê di hevdîtina dawîn a di 5`ê Adarê de Esad xwe derewand û got: "Ji bo tişta bi `doza Kurd` bi nav dikin, tiştek wisa li Sûriyê tune ye. Ji ber sedemek hêsan ew e ku ji aliyê dîrokî ve Kurd li Sûriyê hene. Lê ew kom di serdema borî de ji ber hovîtiya Tirkiyê hatin Sûriyê. Me wan di Sûriyê de pêşwazî kir. Kurd, Ermen û komên cuda hatin Sûriyê. Pirsgirêk li wir tune bû. Mînak di Sûriyê de pirsgirêka Sûriyê-Ermen tune ye. Pirrengiyek mezin li Sûriyê hene. Pirsgirêkên me bi wan re tune ne. Çima wê pirsgirêk bi Kurdan re hebe?! Pirsgirêk bi komên ku perspektîfên cudaker ji gelek serdeman ve pêşkêş dikin re heye. Dema dewleta Tirk di qonaxên cuda de Kurd li Tirkiyê çewisandin û kuştin, em li rex wan sekinîn. Em li dijî doza wan nebûn dijber ger wê wek doz bi nav dikin."

Esad ji bîr kir û ya xwe da jibîrkirin ku Kurd pêkhateya duyemîn a Sûriyê ne. Yusif Azma di serdema Mîrgeha Sûriyê de wezîrê şer bû. Ev mîrgeha ku bi pêşengiya qral Feyselê yekemîn di navbera 1918-1920`an de hikum kiriye. Azma wezîrê şer û serokerkan bû. Artêşa Fransayê di 24`ê Tîrmeha 1920`an de Azma di 1920`an de dest bi êrişên xwe li dijî Şamê kir û qral Feysel hişyar kir. Ew hişyarî bi navê Hişyara Guru hat naskirin. Wê demê Azma li hember artêşa Fransayê li ber xwe da û nehişt artêşa Fransayê derbasî Sûriyê be. Lê piştî Azma di 25`ê Tîrmehê de şehîd ket, Fransa derbasî Sûriyê bû.

Esad her wiha Ibrahîm Hanano lîderê sûrî yê ku li hember dagirkeriya Fransayê li ber xwe da jî, ji bîr kir. Hanano artêşa Sûriyê di cenga Meyselûn de bi rê ve bir. Wê demê cîgirê giştî yê Fransayê piştî girtina Ibrahîm Hanano û dadgehkirina wî di 25`ê Adara 1922`yan de û ferman da ku were darvekirin, got: "Ger li cem Hanano heft serî hebûna minê dîsa bixwesta ku werin jêkirin." Lê dadwerê Fransayê Hanano serbest berda, ji ber ku şoreşa wî wek şoreşeke siyasî û rewa hesiband û ragihand ku desthilata dadgehê ya Fransayê serbixwe ye û ne girêdayî ji desthilata leşkeri ye.

Niha jî ji bîr dike ku Kurdan bi rêya projeyên xwe yên demokratîk ên ku pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Çerkez, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê ve rizgar kirin. Ji Serêkaniyê ya ku niha hatiye dagirkirin bigire heya bigihîje bajarokê Baxoz û Dêrazorê. Dema ku artêşa Sûriyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê revî, şêniyên wan herêman bi terorê re rû bi rû hiştin. Her wiha nabîne ku Kurd ji destpêka tevgera şoreşgerî li Sûriyê hewl dan têkiliyên hezkirin, biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê de bi cih bikin. Yekitiya axa Sûriyê bêyî ku bikevin projeyên herêmî û bibin ajandeyên herêmî û navneteweyî parastin.

Niha hinek dipirsin çima Beşar Esad di vê demê de ew daxuyanî dan? Armanc jê çi ye?

Şopdarên rewşa herêmê dibînin ku armanca sereke afirandina fîtneyekê di navbera pêkhateyên herêmê, hejandina ewlehî û aramiya ku şêniyên herêmê bi xwîna bi hezaran şehîdan peyda kirine.

Hinekên din jî bi rêya xwendina siyasetên rêveberiya dewleta Sûriyê got ev daxuyanî mîna derbaskirina bazareke din e. Peyamek e ji rejîma Erdogan re ku hewl dide axa Sûriyê dagir bike. Bi taybet ku daxuyaniyên Esad û Erdogan hevreng in, ger em nabêjin yek in jî.

30 partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Adarê bi daxuyaniyeke hevpar bersiva daxuyaniyên serokê rêveberiya dewleta Sûriyê Beşar Esad da. Partiyan bang li hikûmeta Sûriyê kir ku kesên ku xaka Sûriyê ya resen parçe dikin û gefê lê dixwin, nas bikin û gotin înkarkirina partiyekî mîna qutbûna ji rewşa li ser erdê ye.

Lê divê neyê jibîrkirin ku êdî tu pêwîstiya Kurdan nîn e ku hewl bidin hebûna xwe îspat bikin. Armanca têkoşîna Kurdan ne ji bo hebûna xwe bidin qebûlkirin, armanca têkoşîna Kurdan ew e ku sîstema neteweya demokratîk bi pêş bikin û di vê sîstemê de bi gelên herêmê re jiyaneke demokratîk û hevpar ava bikin. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din