Eşîra Ecîl gefên Tirkiyê şermezar kirin

Eşîra Ecîl a girêdayî qebîleya Cibûr îro bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha bang li gelê Tirkiyê kir ku li hember hikumeta Erdogan bisekinin û sînor ji destwerdanên di kar û barên dewletên din de deynin.

Daxuyanî li odeya mêvanan a eşîra Ecîl a li gundê El-Hemam ê rojhilatê bajarê Tebqayê ji aliyê şêxê eşîrê yê Tebqayê Zeyîter El-Zeyîter ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de destwerdanên Tirkiyê ji kar û barên dewletên cîran re her wiha destwerdana wê ji kar û barên hundirîn ên gelê Sûriyê re ji aliyê hikumeta Erdoganê faşîst û çavbirçîbûna wan li Sûriyê û bi taybet li bakurê Sûriyê hat şermezarkirin. Her wiha bang li NY`yê hat kirin ku sînor ji kiryarên Tirkiyê re were danîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî hat kirin. Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Sûriyê li hundir û derve hat kirin ku li ser maseya diyalogan li hev kom bibin da ku aloziyê bi dawî bikin û sînor ji berjewendiyên Tirkiyê re were danîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêx û rûspiyên eşîran li bajarê Tebqayê duh bi daxuyaniyên cuda gefên Tirkiyê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku sînor ji berjewendiyên Tirkiyê yên li Sûriyê re deynin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din