Eşîra El-Bo Receb: Em deyndarê QSD`ê ne

Şêxê eşîra El-Bo Receb got çeteyên DAIŞ`ê damarê xwînê yê Osmaniyan e û 4 salên ji dagirkeriya herêmê dewama 400 salên ji dagirkeriya Osmaniyan e, her wiha diyar kir ku ew deyndarê QSD`ê ne ku xaka wan rizgar kir û niha jî diparêze.

Di destpêka daxuyaniya eşîra El-Bo Receb de ku ji aliyê şêx Ehmed El-Kino ve hate xwendin, wiha hate gotin: "Em îro wek şêniyên eşîrên Ereb li herêmê gefên Tirkiyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re wek karekî terorî dibînin, çi êrîş pêk were, ew êrîş li ser hemû pêkhateyên gelên herêmê ye û hewldana têkbirina hevgirtina civakê ye."

Di daxuyaniyê de hevgirtina eşîrên Ereb li herêmê bi QSD`ê re hate diyarkirin û wiha hate gotin: "Herêmên me rewşên herî xirab di serdema çeteyên DAIŞ`ê de dîtin, şêniyên me gelek azar ji çeteyan ku damarê xwînê yê Osmaniyan ê li herêmê ye, kişandin lê QSD`ê rizgarkirina gelê me ji vê zilmê rakir ser milê xwe û bi şerekî dîrokî ku cîhan şahidiya wê dike, pêk anî. Em deyndarên wan lehengan in."

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya pêkanîna çareseriyên derketina ji aloziya Sûriyê û şerên li herêmê rû didin, bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî hate kirin û got: "Em nikarin îro ji aloziya Sûriyê derkevin, tenê bi rêya maseya diyaloga Sûrî-Sûrî ku mafên hemû gelê Sûriyê garantî dike, wisa em dikarin tarîtiya ku rastiya gelê Sûriyê girtiye, rakin."

Hêjayî gotinê ye ku eşîrên Ereb ên herêma Tebqayê gelek daxuyanî dan û tê de piştgiriya xwe li hember QSD`ê ku herêmên wan rizgar kirin û parastina wan dike, nîşan da û di daxuyaniyên xwe de teqez kirin ku  QSD bingeha sereke ya parastina van destkeftiyan e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din