Eşîra Elî: Divê eşîreyên Dêrazorê nekevin xefkên rejîmê û alîgirên wê

Şêniyên eşîreya Elî bang li şêniyên Dêrazorê kir ku li pey fîtneyên rejîma Sûriyê û alîgirên wê neçin, her wiha bal kişand ser ku eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex eşîrên Igêdat in, piştgiriya QSD’ê dikin.

Der barê rûdanên li herêmên Dêrazorê de jê sûcên qetilkirin û çandina fîtneyê di navbera şêniyên eşîreyên ereb de, her wiha ku di vê dawiyê de şêxê eşîra Igêdat Metşer El-Hefel hat hedefgirtin, eşîra Elî bi daxuyaniyekê helwesta xwe nîşan da û tê de got li rex eşîra Igêdat e.

Endamê eşîra Elî yê li xeta Şamiyê ya li herêma Retle, Ehmed Sayir daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em şêniyên eşîreya Elî ji qebîleya Welde El-Şeibaniyê El-Zibêdiyê li xeta Şamî ya bajarê Reqayê ne. Sersaxiya eşîra Igêdat der barê windakirina şêx Metşer El-Hefel de dikin. Her wiha sûcên tirsonak ên li dijî mezin, biçûk, leşker û sivîl di vê demên dawîn ên bi hedefa çandina fîtne û aloziyê şermezar dikin.

Li bajar û gundewarên Dêrazorê yên li ser keviyê çemê Firatê, li gundên Şihêl, Zibyan, Zir, Eb- Herdob û hwd li rojhilatê Dêrazorê fîtneyên rejîma Sûriyê û milîsên wê di nava qebîle û eşîreyên erebî de hene, ew fîtne jî bi armanca hedefgirtina şêxên eşîre û leşkerên li herêmên ne.

Bang li şêniyan dikin ku nekevin xefka wan fîtneyan. Her wiha di çend rojên borî de gelek qurbanî ji şêniyên qebîleya Igêdat û ciwanên wê yên leşkerî çûn.

Îro tevahî eşîreyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên eşîra Igêdat re ne, her wiha piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî QSD’ê dikin ku ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin. QSD’ê mertala bihêz li hember tevahî komployên li dijî tevlihevî û têkbirina projeya demokratîk e.

Îro dibêjin ku em şêniyên qebîleya Elî ne, heke mîna van fîtneyan hat dubarekirin. Dê bi destên ji hesin li her kesê bixwaze vîna me têk bibe, tevlihevî û aramiya herêmê bin pê bike, bidin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din