Eşîra Xewatinê:Em ê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin

Eşîra Xewatinê ya li navçeya Holê diyar kir ku hedefgirtina rûspiyên eşîran ewlehiya herêmê û hevgirtina pêkhateyan  dike armanc. Xewatinê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da û banga şopandina van şaneyan kir.

Şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê û hikumeta Sûriyê hewl didin di navbera QSD`ê û şêniyên bajarê Dêrazorê de fitneyê derxînin. Hin kesayetên navdar direvînin û QSD`ê tewanbar dikin.

Şêx û rûspiyên eşîrên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku ew ê li dijî planên hewldana derbekirina ewlehiya herêmê dikin bisekinin.

Di vê çarçoveyê de şêx û rûspiyên eşîra Xewatinê ya li navçeya Holê bi civîneke çapemeniyê daxuyanî da. Civîna çapemeniyê li gundê Xatûniyê yê bakurê rojhilatê navçeyê hate lidarxistin.

Muxtarê Behra Deham Ehmed Siltan bi beşdariya gelek rûspî û şêniyên herêmê daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:"Di rojên derbasbûyî de li herêmên Dêrazorê rûspiyekî eşîra Igêdad Metşer El-Hefel hate qetilkirin û di encamê de alozî derket, ji ber hin alî hewl didin vê aloziyê keysbaz bikin, di navbera pêkhateyan de fitneyan derxînin û ewlehiya herêmê têk bibin."

Em vê bûyer şermezar dikin qetilkirina şêxê eşîra li Dêrazorê şermezar dikin, her wiha daxuyaniyên banga sorkirina fitneyan û şerê di navbera QSD`ê ku zarokên herêmê ne û gel de şermezar dikin. QSD`ê herêmên wan ji rêxistinên terorîst rizgar kirine.

Şane û rêxistinên din bi rêya qetilkirinê dixwazin gendeliyê derdixînin û QSD`ê tewanbar bikin.

Em wekî eşîra Xewatinê helwesta me sabit e û bi eşîran û QSD`ê re ne û em li peyî kuştinên û lîstokên li dijî herêmê naçin .

Em ji QSD`ê daxwaz dikin ku ku şaneyên ku şêx û rûspiyên eşîran dikin  armanc bigirin ji ber hewl didin kolana erebî gur bike hestên xelkê keysbaz bike, bi vî awayî bala her kesî neçe ser şaneyên terorê û bi şerê li dijî Rêveberiya Xweser ve mijûl  bibin.

Di vê demê de pêwîstî bi hevgirtinê heye, da ku ewlehî û aramiya li herêmê misoger bibe, mafên gel û rûmeta gel were parastin, li hemberî bûyerên gendeliyê derdixînin û fitneyan çêdikin bisekinin. Lewra divê di xeteriya vê qonaxê de baş tê bigihêjin, ji ber ev plan û komployên li dijî gel, vîn û hêzên wan in."

Daxuyanî bi sloganên"Na ji fitneyan re û bijî QSD`ê"  bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din