​​​​​​​Eşîreyên Igêdat xwestin hêzên Îran û rejîmê ji gundên Dêrazorê werin derxistin

Eşîreyên Igêdat bangî Koalîsyona Navneteweyî kirin ku hêzên Îran û rejîmê ji gundên Dêrazorê derbixin.

Li ser banga eşîra Bekîr a girêdayî qebîleya Igêdat, ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li herêma Dêrazorê, şêx û rûspiyên eşîreyên qebîleya Igêdat a herêma Dêrazorê li hev ciyivan,

Civîn li gundê Beyda yê bajarokê Siwar ê Dêrazorê hate lidarxistin. Nêzî 3 hezar şêx û rûspiyên eşîreyên qebîleya Igêdat, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif, şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê di civînê de amade bûn.

Rûspiyên eşîreya Bekîr gotin, ew hewldanên derxistina fitneyê red dikin û diyar kirin ku ev hewldan bi armanca ku şêniyan li hemberî hêzên ku herêmê diparêzin sor dike ye.

Di dawiya civînê de eşîreya Bekîr daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevkê eşîreya Bekîr Ebû Hesen El-Enberî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "

Bi silava îslamê em bi xêrhatina we birayên rêzdar û bi xêrhatina Koalîsyona Navneteweyî dikin.

Birayên rêzdar; wekî tê zanîn herêmên me di pêvajoyeke xeter re derbas dibe, ji ber ku nakokî û şer li ser vê herêma akîf a girîng li ser asta tevahî welat rû didin. Ji ber mercên jiyanî yên zehmet, xela, lewazbûna xizmetguzariyê ya ne li gorî pêwistiyên herêmê, paşketina beşên din wekî tenduristî, perwerde, çandinî û ewlehî welatiyên me zehmetiyan dikişînin

Li ser vê yekê divê, ked û xebateke mezin were meşandin û cûdahiya di navbera pêkhateyên qebîle û eşîreyan de werin dûrxistin, da ku bandoreke erênî li rewşa herêmê û şêniyên wê bike. Li vir divê em balê bikişînin ku hemû xebatên ku aliyên hundir û derve dikin banga hevgirtin û yekbûna rêzê û gotinê dikin. Gotina dawî ya Şêx Newaf Faris El-Cerah bû, ku banga hevgirtin û hezkirinê dike, ne tenê di navbera şêniyên qebîleya Igêdat de, lê belê di navbera hemû pêkhateyên qebîle û eşîreyan de.

Qebîleya Igêdat, xwedî dîrokeke qedîm e bi ava zêr hatiye nivîsandin û û li ser asta gelemperiya welat û derve xwedî roleke girîn e. Daxwazên me ev in:

-Divê aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî were çareserkirina ku ber bi Sûriyeke azad û yekbûyî ve bibe.

-Ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê, em bang li meclisa leşkerî dikin ku li gorî pêvajoyê desteka madî û manewî pêşkêş bike. 

-Em dixwazin rejîm, mislên Îran ên Şîayê ji heft gundên me yê niştecihên wê koçber bûne, werin derxistin.

-Ji bo çareserkirina dosyaya ewlehiyê, divê bi lez xebat were kirin û derbarê kuştina hejmarek şêx û rûspiyên herêmê û hemû kesên ku di vê pêvajoyê de xwîna wan li ser vê erdê hatiye rijandin lêpirsîn were vekirin.

-Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ji ber ku berpirsê yekemîn ê herêmê dikin ku van daxwazên me bi cih bînin, da ku ewlehî, aştî û aramî li hermên me pêk werin.

Herî dawî, eşîreya Bekîr beşek ji qebîleya Igêdat e ku jê parçe nabe. Em spasiya hemû kesên ku tevlî vê civînê bûne, bi taybet Koalîsyona Navneteweyî ya ku daxwazên gel guhdar kir, dikin."

ANHA


Mijarên Din