Eşîrên Bûkemalê:Kesên hewl didin nakokiyan li herêmê derxînin li Tirkiyê û herêmên rejîmê ne

Rûspî û şêxên eşîrên herêma Bûkemalê ya li gundewarên Dêrazorê destwerdana eşîrên lli herêmên di bin kontrola Sûriyê û li Tirkiye de red kirin û piştrast kirin ku  ew ê li dijî her kesên hewl didin li herêmê fitneyê derxînin bisekinin.

Şaneyên girêdayî hikumeta Sûriyê hewl da di navbera QSD`ê û eşîrên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê fitneyê derxînin. Di vê çarçoveyê de, Meclisa Eşîrên Herêma Bûkemalê li gundewarê bajarê Dêrazorê yê Sûriyê civiyan, helwesta xwe der barê rewşa ewlehiya herêmê û armanca aliyên derve ji propogandayên  li ser dezgehên çapemeniyê radigihînin eşkere kirin.

Di civîna sêalî de ku QSD û Koalîsyona Navneteweyî jî tevlê bûbû, piştrast kirin ku ew ê heta dawiyê ewlehiya herêmê biparêzin û rê nedin aliyên derve destwerdanê bikin.

Piştî civînê, Meclisa Eşîran a Herêma Bûkemalê Daxuyanî li gundê El-Mo Hesen ê bajarokê Hecîna li rojhilatê Dêrazorê ye hate xwendin. Rûspiyê eşîra Şiêtat û serokeşîrê herêmê ya girêdayî êla Igêdat Nasir Tram Xilêf daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê bang li pêkhate, rûspiyên eşîran yên derveyî herêmên Rêveberiya Xweser ji wan ên li herêmên di bin serweriya hêzên hikûmeta Sûrî de, Tirkiyê, herêmên ku çeteyên dewleta Tirk dagir kirine dikin ku nêzî herêmê nebin û bi ewlehiya wê nelîzin.

Eşîrên Dêrazorê banga aşitiyê li hemû aliyan dike û li kêleka çareseriya siyasî û çareseriya sûrî-sûrî bi hemû aliyan re disekine, da bighêjin Sûriyeke demokratîk û ne navendî.

Her wiha em destwerdanên şêx û rûspiyên li derveyî herêmê red dikin.

Kesên ku bi ewlehiya herêmê bilîzin, tevlîheviyê di nava pêkhateyên herêmê yên li derve derdixin em ji wan re tekez dikin ku emê li hember hemû aliyên ku destdirêjiyê li herêmên dikin, bisekinin. Em hemû destwerdanên derve û hundirîn red dikin."

bx-eh

ANHA


Mijarên Din