Eşîrên Ereb: Divê DAIŞ li vir bê darzandin

Nûnerên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê gotin: “Çeteyên ku niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne, gelek sûcên dermirovî li dijî me kirine. Divê çete li herêmên me bên darizandin.”

Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. Piraniya wan hemwelatiyên dewletên Ewrupa û gelek dewletên din in. Ev çete di ser axa Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibûn.

Çeteyên girtî giraniyê li ser Rêveberiya Xweser çêdikin. Rêveberiyê jî di 25`ê Adarê de daxwaza avakirina dadgehek navdewletî ji bo darzandina çeteyan kir. Rêveberiyê daxwaz kir ku dadgeh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.

Yek ji herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê dagirkiribû û gelek kiryarên dermirovî lê pêk anîbû jî navçeya Til Hemîsê ya herêmê Cizîrê ye.

Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê îşaret bi girîngiya darzandina çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

 Ehmed Bedran El-Salim nûnerê eşîra El-Bo Salim ku yek ji eşîrên El-Şerabîn e got: “Têkoşîna têkoşîna QSD`ê DAIŞ li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Bi saya wan em ewle dijîn. Em daxwaz ji Koalisyona Navneteweyî dikin ku ku dadgeheke navneteweyî li Bakurê Sûriyê ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê darzînin. Ji ber wan çeteyan li vir şerê gelê me kirin."

Ehmed Bedran El-Salim tekez kir ku avakirina dadgehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê edalet û wekheviyê li vî welatîpêk tîne û got: “Divê alîkarî bi Rêveberiya Xweser re bê kirin da ku çeteyan ji aliyê îdeolojîk ve tên bibin.”

Telal Mehmûd El-Kiyaxî nûnerê eşîra El-Keyaxî ji eşîra Teyî, da xuya kirin ku çeteyên DAIŞ`ê sûc û komkujî li ser gelê herêmê pêk anîne û wiha axivî: “Çeteyan zirar dan şêniyên herêmê, mal û milkên gel. Divê çete li herêmê bên darizandin. Em wek nûner, rûspî û desteya eşîrên Teyî daxwaza darzandina DAIŞ`ê li herêmên ku sûc kirin, dikin. Em qebûl nakin ku çete ji  derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin.”     

Telal Mehmûd El-Kiyaxî îşaret bi keda ji bo lidar xistina komxebata navneteweyî ya têkildarî DAIŞ’ê kir.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din