Eşîrên Ereb "herêma ewle" ya di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin

Şêxên eşîrên Ereb bang li penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê kir ku vegerin herêmên xwe yên rizgarkirî. Şêxên eşîran diyar kir ku ew herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin.

Girêdayî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewdanên wê yên avakirina “herêma ewle” şêxên eşîrên Ereb nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin.

Şêxê eşîra El-Sebxa, Mihemed Tirkî El-Soan anî ziman ku gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina herêmê armanc dikin, ne wekî ku di daxuyaniyên xwe de îdia ku ji bo parastina sînor e.

Şêxê eşîra Cabat, Telal El-Sîbat jî  got gefên Erdogan ji ber fobî û tirsa wî ya ji projeya demokratîk a li herêmên Rêveberiya Xweser e. Şêx Telal El-Sîbat bang li penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê kir û got: "Penaberên ku Erdogan wan tengav dike, zarokên welatên me ne, hembêza welat ji wan re vekirî ye, bêyî herêma ewle ya ku Erdogan îdia dike.”

Şêxê eşîra Benî Seîd, Fehed El-Şilaş jî diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne û hewcedarî bi herêma ku Erdogan dixwaze ava bike, tune ye.  Şêx El-Şilaş got Erdogan bi gef û daxuyaniyên xwe dixwaze senaryoya Efrînê dubare bike û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û got ew herêma ewle ya di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin.

El-Şilaş destnîşan kir ku ew bi çareserkirina aloziya Sûriyê ya bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî ku sîwana siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (MSD) bang dike, bawer in.

Şêx Fehed El-Şilaş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû penaberan kir ku vegerin herêmên xwe û nekevin bin bandora şerê propagandayê yên dewletên mêtinger, ji ber ku wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

ANHA


Mijarên Din