Eşîrên Ereban: Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê diyaloga Sûrî-Sûrî ye

Rûspiyên eşîrên Ereban ên li navçeya Tirbespiyê tekez kir ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî re çareser dibe.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji şêniyên bajarokê Ebû Feraa yê girêdayî navçeya Tirpespiyê civînek berfireh li dar xist.

Civîn bi beşdariya rûspiyên eşîran û bi dehan şêniyên bajarok hate lidarxistin.

Di civînê de geşedanên siyasî, mekanîzmaya xebata partiyê û armanca wê hatin şîrovekirin.

Têkildarî mijarê rêveberekî buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mûaz Abdulkerîm got armanca partiyê avakirina Sûriya pirreng û demokratîk e, ne Sûriyeke navendî ye, her wiha xebatê ji bo avakirina civakeke hevgirtî û dûrî desthilatdariya di navbera partiyekê de dike.

Mûaz di dewama axaftina xwe de diyar kir ku destwerdanên dewletên li Sûriyê hişt ku şer derkeve, aloziya Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe derfet bibînin û berjewendiyên gelên Sûriyê paşguh dike û wiha pê de çû: "Hindek dewletên wekî Tirkiyê bi rêya şerê heyî çend parçe ji Sûriyê dagir kirin." 

Muaz di dawiya axaftina xwe de got dewletên destwerdana Sûriyê dikin, bi hemû awayan teliheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de belav dike û wiha destnîşan kir: "Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi rêya firê biratiya gelan dikaribû parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bike û di oxira vê yekê de bi hezarên şehîdan dane."

Paşê rûspiyên eşîran bal kişand ser ku Sûriye ji hemû pêkhateyên Sûriyê re ye û divê rejîm, dewletên di aloziya Sûriyê de destwerdan kirine, bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî re rêzê ji gelê Sûriyê re bigirin ku dûrî berjewendiyên van dewletan be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din