Eşîrên Firatê gefên Tirkiyê nîqaş dikin

Bi dirûşma "Na ji gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, erê ji Sûriya ewle re" komxebata eşîrên Firatê li Girê Spî dest pê kir.

Li gundê Tenhûzê yê rojavayê bajarê Girê Spî beriya çend kêliyan komxebata eşîrên Firatê dest pê kir, da ku gefên Tirkiyê yên ji Sûriyê û bi taybet ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş bikin.

Komxebat ji aliyê Desteya Rûpsiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi hevkariya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin. Tê de derdora hezar û 500 rûspî û şêxên eşîrên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, endam û rêveberiyên saziyên rêveberiyê û civaka sivîl a herêma Firatê ji hemû pêkhateyên herêmê, beşdar dibin.

Her wiha di komxebatê de mezintirîn eşîrên herêmê beşdar dibin, jê eşîrên El-Begara, El-Egîdat, El-Cebûr, El-Weldê, El-Cîs, El-Evdalê, El-Emîrat, El-Enzê, Şemer, El-Neîm, El-Mucedemê û gelek eşîrên din.

Rûspiyên eşîran ên herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Cizîr û ji herêmên Firatê jî beşdarî komxebatê dibin. Her wiha di komxebatê de berdevkê PYD`ê Salih Muslim û hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed beşdar bûn.

Di komxebatê de gefên Tirkiyê yên hember herêmê û tedbîrên ku divê bên girtin da ku parastina destkeftiyên ku li herêmê pêk hatin, bikin û jiyana hevbeş û biratiya gelan bi hêz bikin.

Komxebat di demekê de ku dewleta Tirk gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, da ku herêmên nû yên Sûriyê dagir bike, wekî çawa li herêmên ji Cerablusê heta Efrînê pêk hatin.

Komxebat heta seatên piştî nîvro dê dewam bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din