Eşîrên Reqayê: Peyama Ocalan girîngiya hevgirtinê destnîşan dike

Şêxên eşîrên Reqayê anî ziman ku peyama Ocalan ji bo wan xwedî wateyeke mezin e û bang li gelê Sûriyê kir ku bi yekrêzî li dijî planên dewletên derve bisekinin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî yên li gel malbat û parêzerên xwe de bang li gelê Bakurê Sûriyê kir ku têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê mezin bikin û yekitiya xaka Sûriyê û jiyana hevpar biparêzin. Ocalan di peyama xwe de dibêje bi pêkanîna vê projeyê tu kes nikare wan têk bibe.

Girêdayî mijarê şêxên eşîrên Reqayê ji ajansa me re axivîn. Şêxên eşîran diyar kir ku peyama Ocalan ji bo wan gelek tiştên girîng vedibêje û wiha got: “Divê gelê herêmê têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku dixwazin şoreşê têk bibin, mezin bikin.”

Şêxê eşîra Sebxa Mihemed Tirkî El-Soan got: "Peyama Ocalan xwedî wateyeke mezin e. Ocalan me bi aştîxwazan wesifand. Em şer naxwazin, divê edalet û wekhevî di navbera hemû gelan de pêk were."

El-Soan destnîşan kir ku Ocalan bi peyama xwe xwest teqez bike ku ew dikarin aştiyê pêk bînin û wiha pê de çû: “Ocalan dibêje ku mafên hemû pêkhateyên gel bi rêbazên aştiyane û diyalogan biparêzin. Her wiha xwest wê fikrê bigihîne ku bi destxistina mafan  bi şer ne pêkan e."

Şêxê eşîra Ciabat, Telal Hîlal Hac El-Sîbat jî got: "Peyama Ocalan lehengiya fikrên wî nîşan dide. Ocalan rêbazeke girîng ji jiyana azad û birûmet a bi pêkanîna jiyana hevbeş teqez kir."

El-Sîbat banga hevgirtinê li dijî planên derve yên li ser pêkhateyên Sûriyê kir û got: "Divê em yekitiya xwe xurt bikin da ku nehêlin tu kes xeta têkoşîna me bişikîne. Divê em li ser maseyeke muzakereyan rûnên."

Telal Hîlal Hac El-Sîbat di dawiya axaftina xwe de got: “Hêzên Sûriya Demokratîk teror ji Kobanê, heta Reqa û Dêrazorê têk bir. Em deyndarên vê hêzê ne ku li ser xeta projeya neteweya demokratîk dimeşe."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din