Ev 2 roj e li Babê tevlihevî heye

Li herêmên bi din dagirkeriya dewleta Tirk de kuştin, îşkence û talan belav dibe. Ji wan bajarê Babê ku di her du rojên dawîn de di navbera çeteyên Tirkiyê û malbatên ji herêmê de şerên demkî rû didin. Her wiha şevê din teqînekê rû da û heta niha tevgera bajêr tevlihev e.

Li gundê Terhîn ê bakurê bajarê Babê 10 km, di navbera çeteyên Ehrar Şerqiye û xwediyên parzûnxaneyên petrolê de piştî ku çeteyan pere ji xwediyên parzûnxaneyan ku praniya wan ji bajarokê Sefîra ne û ew jî di nava çeteyan de ne xwest, nakokî derket.

Di encama wê de di navbera xwediyên parzûnkxaneyan û çeteyên Ehrar Şerqiye de duh şer derket. Çeteyên Ehrar Şerqiye di wî şerî de çekên giran bi kar anîn û kampên nêzî cihê parzûnxaneyan li gundê Tirêhîn, kir hedef.

Di encama şer de yek ji çeteyên Ehrar Şerqiye yê bi navê Ehmed Şêx Hisên hate kuştin. Çeteyan jî bersiva kuştina çeteyê xwe da û bi dehan sivîlên di kampan de girtin. Çeteyan kesên ku girtine, îşkence lê kir û li beramberî berdana wan pere ji malbatên wan xwest.

Li tevahî bajarê Babê û gundewarên wê tevliheviyek di tevgera li sûk û kolanan de heye. Şevê din nêzî saet 23:00`an li taxa Merto ya aliyê rojhilatê bajêr mayinek ku di çopxaneyekê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encama wê de tu zerarên mirovî çênebûn û nehat diyarkirin ku teqîn ji aliyê kê ve pêk hat. 

Her wiha di heman şevê de di navbera xwediyên dikana pereyan ê bi nave Rezûqa Abo Şehabî û çeteyê bi nave Xalid Osman de yê bi nave "Hirî" tê naskirin û serçeteyek ji komeke çeteyên girêdayî çeteyên Sultan Murad e, şer derket. Di encama wê de sivîlek ji taxê yê bi nave Mustefa Şawiye hat kuştin her wiha 4 kes ji herdû aliyan bi giranî birîndar bûn. Di saetên berbanga sibê de karwanên leşkerî yên girêdayî çeteyên Artêşa Wetenî bi hinceta ku şer bisekinîne li nêzî mala Rezûqe belav bûn.

Li bajarê Babê tevlihevî berdewam dike. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku heta van kêliyan jî dengê guleyan li bajêr tê bihîstin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din