‘Ev bi salane dewleta Tirk me dikuje’

Silêman Çolî yê bi temen sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî civaka Êzidî bi bîr anî û got: “Tirkiye parastina sînorê xwe dike hincet, lê ev bi salane me dikuj e.”

Ev sed salane ku gelê Kurd ê Êzidî li gel pêkhate û olên dij dijîn.

Ji ber komkujiyên Osmaniyan û şewitandina gundên wan gelekan koçî derveyî Kurdistanê û dewletên Ewropayê kirin. Dîrok şahidê fermanên Osmaniyan ên li dijî êzidiyên Bakurê Kurdistanê ye.

Ji ber êriş û sûcên dûbare êzidiyan gelek azar kişandin. Hedefkirina wan ji Tirkiyê re bû wesîleya tunekirina çand û mîraseya wan. Komkujiya li Şengalê ya sala 2014'an a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi desteka dewleta Tirk berdewama fermanên Osmaniyan e.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, Êzidî li hermên Cizîrê û Efrînê dijîn. Di salên berê de li dijî wan êriş hatin kirin, gelek ji wan li ser sînorê çêkirî yê di navbera Rojava û Bakur de hatin qetilkirin. Piştî dewleta Tirk Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin, pîrozgeh û gundên wan hatin şewitandin û Êzidî ji gundên wan hatin koçberkirin.

EV BI SALANE KU TIRKIYE LI DIJÎ ÊZIDIYÊN TIRBESPIYÊ SUCAN PÊK TÎNE

Navçeya Tirbrspiyê yek ji herêmên ku Êzidî lê dijîn e. Êzidî bi Suryan, Musliman, Kurd û Ereb re dijîn. Herêma Cirih a bakurê navçeyê navenda kombûna Êzidiyan e ku 5 gundên sereke lê hene.

Gundê Til Xatûn, 10 km dikeve bakurê navçeya Tirbespiyê, 1 km dûrî sînorê çêkirî ye. Ji beriya 100 salan ve Êzidî li gel malbatên misliman li vî gundî dijîn.

Ji sala 1990'î de derdora 100 malbat li gund dijiyan. Piraniya şêniyên gund debara xwe ji çandinî û xwendîkirina sewalan dikirin. Lê bi berdewamkirina tengaviyên dewleta Tirk gelek malbat koçber bûn. Leşkerên Tirk ên li ser sînor nedihiştin ku şivan sewalên xwe li nêzî sînor biçêrînin û cotkar zeviyên xwe cot bikin. Lew re piraniya wan  ber bi navenda navçeya, deverên derdorê û welatên din ve derketin.

Li gund niha tenê 11 malbat mane.

JI BAKURÊ KURDISATANÊ, HETA ŞENGAL Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Temenmezinê bi navê Silêman Çolî diyar kir ku beriya sînor di navbera Bakur û Rojava de were xêzkirin, pêşiyên wî sala 1913'yan de ji ber komkujî û fermanên Osmaniyan û desteserkirina erdê wî ji aliyê komên îslamperest ve, ji Bakurê Kurdistanê koçberî Şengalê bûn. Piştre careke din vedigerin nêzî gundê xwe yê li Bakurê Kurdistanê.

Piştî gelek rêwîstiyan li gelek gundên erebî yên başûrê navçeya Tirbespiyê bi ferdên eşîra "Daska" li gundê Til Xatûn bi cih dibin.

Çolî destnîşan kir ku heta niha ew daxwaza erdê xwe yên gundên li Bakurê Kurdistanê dikin, tevî ku bi gelek rêxistinên navdelwetî yên têkildarî kar û barên kêmnetew û oldan hîna erdê xwe venegerandine.

'TIRKIYÊ GELEK KES BI GULE Û MAYÎNAN QETIL KIRIN'

Silêman Çolî diyar kir: "Ji ber bawerî û etnîka me, dewleta Tirk bê rehm û kiryarên qetilkirinê li djiî me pêk anîn. Li herêmên êzidiyan ên li dirêjahiya xeta sînor li aliyê Rojava bome û mayîn danîn. Li dijî biryarên navnetewî, bombe û mayîn di nava têlan de û herêmên qedexekirî bi cih kirin. Her wiha şêniyên gund bi guleyên raste rast dikir hedef."

Silêman Çolî navên gundiyên ku artêşa Tirk ew bi gule û mayînan qetil kirin bi bîr tîne "Melo Diwêş bi guleya leşkerên Tirk li beramberî gundê Mele Ebas hate qetilkirin, Xemîl Xelef Şemdîn di sala 1958'an de dema ji Bakurê Kurdistanê vedigeriya leşkerên Tirk bi xedir gule lê reşandin û ew qetil kirin. Îbrahîm Hisên sala 1957'an dema di nava zeviyên xwe de li beramberî gundê Til Xatûn dixebitî hate qetilkirin. Şukirî Kerbo sala 1973'yan de bi guleyên dagirkeriya Tirk hate kuştin. Her wiha nêzî Girê Mozan di navbera Til Xatûn û Mele Ebas, Xeyredîn Şêxmûs dema pezên xwe diçêrand Tirkan ew qetil kir.

Keça bi navê Esmrê Yûsif ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin, Silêman Meqso dema êzing li nêzî sînor kom dikir bi mayîna dagirkeriya Tirk hate qetilkirin, Eho Sadûn jî li gundêTil Xatûn bi bombeya artêşa Tirk hate kuştin. Xelîl Mîrzo sala 1972'yan de li beramberî gundê Kerdîm bi guleya dagirkeriya Tirk hate qetikirin, Miho Hemo di salên 50'î de yên sedsala borî di navbera gundên Hacola û Kemîna yê aliyê bakur bi guleyên leşkerên Tirk hate qetilkirin."

Silêman bi bîr xist ku gelek niştecihên gund ji ber guleyên leşkerên Tirk birîndar bûn û navê Mûsa Yûsif û keça bi navê Hezarê Şêx Umer û Hemdî Zexranî bi bîr anîn.

'TIRKIYE PARASTINA SÎNORÊ XWE DIKE HINCET DA KU QETILKIRINA ME BIDOMÎNE'

Silêman Çolî di berdewama axaftina xwe de got: "Îdiayên Tirkiyê yên parastina sînorê xwe hincetên ne rast in, dîroka Tirkiyê bi qetlkirina kêmnetewan bi taybet Êzidî tijî ye. Êzidiyan rojekê gule bi aliêy sînorê Tirkiyê ve ne avêtine." Çolî diyar kir ku ew bi misilman û êzidiyan li gundên xwe wekî bira bi aştî dijiyan.

Bi destpêka êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gundê Til Xatûn para xwe ji êriş û sûcan de girt. Di nava du rojan de bê navber gund dihat gulebarankirin û topbarankirin. Di 15'ê Cotmeha 2019'an de gund bi awayekî dijwar hate topbarankirin, di encamê de ziyanên mezin gihaştin malên gundiyan.

Ji ber vê şênî ji gundê xwe derketin û ber bi navenda navçeya Tirbespiyê û derverên derdorê yên dûrî sînor ve biçin.

Silêman destnîşan kir dewleta Tirk di êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, hersê gundên wan toparan kirin da ku hebûna wan tune bikin û wan neçar bikin ku ji malên xwe derkevin. Piştî lihevkirina agirbestê ya ku dewleta Tirk ta niha pêk neanîye vegeriyan gundên xwe.

Şêniyên ku gundên wan nêzî sînor e ji ber hovîtiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker her tim di metirsiyê de ne .

ANHA


Mijarên Din