Ev çar salin nikarin ji ber zilma dewleta Tirk herin nava zeviya xwe

Xelîl Abdullah cotkarekî ji Tirbespiyê ye. Zeviyên wî li ser sînorên herêmê û Tirkiyê ne. Lê ji 4 salan ve derbasî nava zeviyên xwe nebûye. Abdullah got: "Leşkerên artêşa Tirk a dagirker nehiştin ez nîvê erdê xwe bajom. Niha jî nahêlin ez nêzî nîviya din bibim."

Sînorên çêkirî di navbera navçeya Tirbespiyê ya girêdayî herêma Cizîrê û Bakurê Kurdistanê de bi deh kîlometreyan dirêj dikin. Ji gundê Til Şibik ê bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê bi 17 km destpê dike û li gundê Etbe yê bakurê rojhilatê navçeyê bi 20 km bi dawî dibin. Artêşa Tirk a dagirker ji çend salan ve nahêle cotkarên herêmê nêzî zeviyên xwe yên nêzî sînor bibin. Her kesê ku nêzî zeviyan dibe, gulebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker ne ku tenê nahêle  şêniyên herêmê zeviyên xwe biçînin, heman demê de bi hezaran hiktar zeviyên nêzî sînor şewitandin. Hîna zeviyên çandî hene, lê xwediyên wê nikarin nêzî zeviyan bibin û hilberînên xwe biçinin.

Jêdera qûta wî qut kirin

Şêniyê bi navê Xelîl Abdullah (50) ji şêniyên gundê Kêl Hesnak  yê ku bi 1 km ji sînor dûre, ye. Bi xemgînî û hêrsekê destnîşan kir ku zeviyên wî nêzî sînorên herêmê bi Tirkiyê re ne û got: “Dewleta Tirk nahêle şêniyên gund nêzî zeviyên xwe bibin û her kesê ku nêz dibe gulebaran dikin. Nehiştin ez nîvê zeviyê xwe ya ku jêdera qûta min e bajom û niha jî nahêlin ez nêzî nêviya din bibim."

Abdullah tekez kir ku her sal ji ber siyasetên Tirkiyê yên li dijî şêniyên gund gelek zirar dibînin.  Abdullah destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker nahêle kesek nêzî sînor bibe û wiha got: "20 donim axa min li nêzî sînor hene. Lê ji 4 salan ve min neçandine. Ji ber leşkerên Tirk dema ez nêzî zeviyê xwe dibim min gulebaran dikin.”

Heta niha bi sedan şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema di nav zeviyên xwe de bûn yan jî pezên xwe li nêzî sînor diçêrandin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine qetilkirin. Herî dawî di 30`ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker zarokê bi navê Mehêr Hesen ê ji gundê Siftek ê rojavayê bajarê Kobanê, guleyek li serê wî dan û birîndar kirin. Hesen di 4`ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Mehêr Hesen alîkariya malbata xwe di restorekirina banê mala xwe de dikir.

Guleyan li zarok, jin û sewalan dibarînin

Abdullah diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker guleyan li jin û zarokan dibarîne û wiha domand: "Leşkerên artêşa Tirk a dagirker her kesê ku nêzî zeviya xwe dibe, gulebaran dikin. Tevî ku topên ji agir di ser dîwarê re davêjin nav zeviyan da ku hilberîn û daran bişewitînin."

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 2016 û 2017`an de dîwarek bi bilindahiya 6 metreyan di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Bakurê Kurdistanê de lêkir.

Girêdayî heman mijarê hevserokê Saziya Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê Kemîran Umer diyar kir ku cotkarên navçeyê ji çandin û berhevkirina 2 hezar û 500 donim mehrûm mane; 2 hezar donim  nikarin bên çandin û 500 donim  jî bê çinîn mane.

Zeviyên hindek cotkaran bi giştî li ser xeta sînor in. Ji zêdetirî 2 salan ve kesek nikare nêzî wan bibe. Umer tekez kir ku bi rêjeya ji sedî 5 zeviyên cotkarên navçeya Tirbespiyê li ser xeta sînor in.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din