‘Ev kongre ji bo yekitiya jinên li Başûrê Kurdistanê dibe mînak’

Beşdarên Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji Başûr, destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku ev meclis li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar nemîne û li hemû Rojhilata Navîn de yekitiyekê ava bike û got “Ev kongre ji bo yekitiya jinên li Başûrê Kurdistanê dibe mînak.”

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana “Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriya demokratîk e” înê pêk hat. Di encama kongreyê de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin.

Gelek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Kildan, Çaçan, Çerkez û Tirkmen di kongreyê de bi rengê xwe amade bûn. Di heman demê de, şandeya Başûrê Kurdistanê jî ku ji 13 kesan pêk dihat, beşdarî kongre bû.

Tekildarî avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeya ji Başûrê Kurdistanê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

‘Meclis dê bibe wesîlaya yekitiya jinên çar parçeyên Kurdistanê’

Nûnera Tevgera Goran Dr. Rêzan Ehmed Erdî diyar kir ku bi armanca piştgirîdayîna Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li kongreyê bûne û got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinan zêdetir birêxistin dibe. Ev kongreya damezirandina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe xeleka yekdengiya hemû jinan.  Avabûna meclisê ji bo hemû Rojhilata Navîn û taybet Başûrê Kurdistanê nimûneyek e. Her wiha em dixwazin ev avakirina meclisê bibe wesîlaya yekitiya jinên çar parçeyên Kurdistanê.”

Rêzan Ehmed Erdî destnîşan kir ku welatê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû hilweşandin, damezirandina meclisa jinan bi sera xwe serkeftineke mezin e û got: “Di encama kongreyê de biratiya gelan dubarê derket holê. Li dijî zîhniyeta baviksalar meclisa jinan dibe bersiveke baş, em bawer in ku ev meclis dê bi serkeftî hemû xebatên xwe bimeşînê.”

Rêzan Ehmed Erdî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk li Kurdistanê de û got: “Hemû jinên li Kurdistanê jî divê vê meclisa jinan mînak bigirin û li hember êrîşên deweleta Tirk bi yek rûhî bisekinin. Jinên li Rojhilata Navîn divê piştgiriya vê meclisê bikin. Em bi hêvî ne ku ev meclis li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar nemîne û li hemû Rojhilata Navîn yekitiyekê ava bike.”

Nûnera Tevgera Azadî Ubar Celal jî diyar kir ku damezirandina kongreyê ji bo hemû jinên li herêmê gelekî girîng e û got: “Rêxistina jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê moraleke gelekî mezin dide jinên li Başûrê Kurdistanê. Deskeftiyên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinên cîhanê bûye rojev û mijara balkişandinê. Ji bo wê jî çavên hemû jinên cîhanê li gavên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi avakirina meclisa jinan re gaveke din hate avêtin. Divê hemû jinên herêmê vê deskeftiyê bibînin û piştgiriya vê bikin. Rexistina jinan bi vê meclisê re wê belavtir bibe.”

Ubar Celal anî ziman ku jinên li Başûrê Kurdistanê gelek zexmetî dikişînin û got: “Ev kongre ji bo yekitiya jinên li Başûrê Kurdistanê dibe mînak.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din