Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û rasterast zarokan dike hedef. Di encama wan êrişan de gelek zarok şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn û hinekan beşên ji laşên xwe ji dest dan.
Beriya çend rojan, dewleta Tirk bi balafireke bê mirov a bi çek herêma Sînaa ya bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de zarokên bi navên Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên şehîd bûn û Mihemed Salih (12), Mîran Selah (10), Eylan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16) birîndar bûn.
BINPÊKIRINA QANÛNA NAVNETEWEYÎ YA MIROVÎ Û MAFÊN ZAROKAN
Der barê wê yekê, endama rêvber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li deverên dagirkirî wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û xeta sînor mafên mirovan binpê dike.
Evîn Cuma bal kişand ser sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî zarokan û wiha domand: “Kiryarên li dijî zarokan binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî û mafên zarokan in ku herdu jî girîngiyê didin parastina zarokan û peydakirina aramiyê ji wan re di dema şer de.”
Di danezana Cinêv a mafên zarokan a sala 1924'an û danezana mafên zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku 20'ê Mijdarê hatiye ragihandin de, bi taybet di madeyên wê yên 23 û 24 de bal tê kişandin ser parastina zarokan.
Evîn Cuma diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên opozîsyonê peymanên agirbestê binpê kirin û di encama êrişên wan de sivîl, bi taybet zarok dibin qurbanî û wiha got: "Me ev binpêkirin beriya demekê li Kobanê dît ku gelek zarok birîndar bûn û lingê yekî jê bû, her wiha ev yek li gundewarên Zirgan û Til Temirê jî rû dan."
ZAROK RASTERAST TÊN TOPBARANKIRIN
Evîn Cuma bal kişand ser êrişa bi balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a li ser herêma Sînaa ya Qamişlo ku di encamê de 3 kes ji wan 2 zarok (Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên) şehîd bûn û got: “Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast tên topbarankirin, berî du rojan jî me dît ku di encama êrişa li set taxa Sînaa de 2 zarok şehîd bûn.”
Evîn Cuma got: “Li gor pîvan û qanûnên navneteweyî, hedefgirtina zarokan di şer de sûceke şer e.”
'DAGIRKIRINA HERÊMAN Û HEDEFGIRTINA SIVÎLAN SÛCEKE ŞER IN'
Evîn Cuma bang li rêxistinên navneteweyî û hêzên garantor ên li herêmê kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên Tirkiyê bigirin û wiha domand: "Dewleta Tirk li ser jiyana sivîlan gefeke, ferqê naxe navbera leşker an navendên rêvebirinê yan jî yên tenduristiyê, bêyî cûdabûn her kesî dike hedef."
Evîn Cuma banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û wiha pê de çû: "Dagirkerî bû sedema êş û azareke mezin ji bo koçberên ji herêmên dagirkirî. 7'ê Tîrmehê li Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê agir bi konê koçberan ket û di encamê de ji malbatekê du zarokan jiyana xwe ji dest da. Ew koçber ji ber dagirkirina herêmên wan di rewşeke pir zehmet re derbas dibin."
Endama rêveber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku hedefkirina sivîlan sûcekî şer e û armanc jê guhertina demografiyaya herêmê ye.
Di encama êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk de, gelek malbat neçar bûn ku ji herêmên xwe derkevin û di kampan de bijîn. Li gor amara dawiyê ya Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, 26 hezar û 266 zarok li kampên Waşûkanî, Newroz, Serêkaniyê û Erîşê hene.
'DIVÊ DI DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ DE HESAB JI TIRKIYÊ WERE XWESTIN'
Evîn Cuma destnîşan kir ku Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê raporan ji rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re dişîne, wekî Rêxistina Lêkolînirina Rastiyan a taybet bi Sûriyê ku binpêkirinên li dijî sivîlan belge dike, her wiha komele xwe dighîne komîteya taybet a belgekirina binpêkirinên li dijî zarokan, di heman demê de salane raporan li ser binpêkirinên li dijî zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dike û ji aliyên têkildar re duşîne, dîsa jî dozên ferdî yên derbarê binpêkirinên li dijî zarokan de ji bo dadgehên navneteweyî amade dike.
Endama rêveber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker kir û got, divê zext li civata navneteweyî were kirin da ku êrişên domdar ên li ser herêmê rawestîne û sûcdaran di dadgehên navneteweyî de muhasebe bike.
(mh)
ANHA