Ewed Îbn Ewf serokatiya Meclisa Leşkerî ya Sûdanê terk kir

Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Ewed Îbn Ewf û cîgirê wî Kemal Ebd El-Marûs erkên xwe berdan.

Ewed Îbn Ewf di daxuyaniyekê de ragihand" Ez dest ji erka xwe berdidin û çavdêrê giştî yê artêşê Ebdulfetah El-Burhan wekî Serokê Meclisa Leşkerî erekdar dikim."

Her wiha ragihand ku Serokê Desteya Erkanê Kemal Ebdulmarûf erka xwe ya cîgirê serokê meclîsê berda.

Îro bi hezaran xelkê Sûdanê tevî qedexeya derketina derve bi hezaran kes li ber Wezareta Parastinê ya li paytext Hartûmê çalakiyeke protestoyê li darxistin û xwestin hikumeteke sivîl bê avakirin.


Mijarên Din