Ewedullah: Fikrên Ocalan trajediya Rojhilata Navîn bi dawî dikin

Lêkolîner û rojnamevanê ji Misirê Mihsin Ewedullah piştrast kir ku astengkirina lîderên mîna Ocalan taybetmendiyeke desthilatdarên Rojhilata Navîn e. Her wiha destnîşan kir ku tehdîtkirina jiyana Ocalan wê aramî û pêşeroja Tirkiyê têk bibe. Ewedullah bang kir ku helwsetek bê nîşandan ji bo ku jiyana Ocalan ku fikrên wî trajediya Rojhilata Navîn bi dawî dikin, biparêzin.

Dazgehên çapemeniya Tirkiyê duh agahiyên girêdayî pêkhatina şewatekê li girava Îmraliyê cihê ku rêber Abdullah Ocalan ji 1999`an ve lê dîl hatiye girtin, belav kiribûn.

Girêdayî wê Mihsin Ewedullah got: "Ji destihilatdarên Tirkiyê tê xwestin ku yekser detayên şewatê, sedemên wê û asta nêzîkbûna wê ji cihê birêz Ocalan eşkere bikin. Her wiha pêwîst e rewşa tenduristiya wî eşkere bike. Dibe ku ev bûyer bi zanebûn be. Dibe ku niyetek rastîn ji hêla Tirkiyê ve heye ku ji birêz Ocalan xilas bibe. Ev taybetmendî ji sitemkarên Rojhilata Navîn ne dûr e. Me dît ku çawa hinek ji wan ji lîderan xilas bûn."

‘ERDOGAN HEWL DIDE JI TENGASIYEKE SIYASÎ BIREVE’

Ewedullah wiha domand: "Pêwîst e cureyek din ji zextê bê bikaranîn. Çi ji hêla gelê Kurd li Tirkiyê yan jî ji Kurdên li paytextên cîhanê. Divê çalakiyan li ber saferetxaneyên Tirkiyê li dar bixin da ku Tirkiyê neçar bikin ku detayên şewatê û rastiya rewşa tenduristiya Ocalan eşkere bikin. Ne hêsan e zilamek bi hicima Ocalan bi vê rêbazê bê kuştin. Lê dibe ku Erdogan bike, di hewldanekê de ji bo ku ji aloziya xwe û metirsiyên xwe yên siyasî bireve. Lewra ev mijar gelekî xeternak e."

Ewedullah di nav gotinên xwe de got: "Gelo Erdogan li ser qanûnên Yekitiya Ewropayê yên girêdayî cezayê darvekirinê dilîze û wê bi afirandina şewatekê diguherîne? Mîna derbeya leşkerî. Divê helwestek bê nîşandan ji bo ku jiyana vî kesî yê xwedî fikrên ku trajediya Rojhilata Navîn bi dawî dike, were parastin."

Ewedullah bang li aliyên navneteweyî kir ku bilivin û got: "Divê desthilataên Tirkiyê yekser rewşa tenduristiya birêz Ocalan eşkere bikin. divê saziyên navneteweyî zextê li Enqereyê bikin ji bo ku birêz Ocalan derxin û alîgirên wî bi dîtina wî rehet dibin."

Di dawiyê de Ewedullah got: "Divê hikumeta Tirkiyê pê bizane ku ew berpirsê jiyana birêz Ocalan e. Her tehdîdek li ser jiyana wî yan jî planek ji bo ku ji wî xilas bibin, wê encamên wê li ser aramî û pêşeroja Tirkiyê mezin be."

(şx)

ANHA


Mijarên Din