Ewlehiya Misirê yekîneyek veşartî ya Îxwanan girt

Wezareta Navxweyî ya Misirê ragihand , ku yekîneyeke girêdayî  Îxwanan ku ji 16 kesan pê dihat girtin. Wezaretê diyar kir ku yekîne girêdayî Tirkiyê ye ku 3 yekîneyên veşartî ava kiribûn da ku pereyên biyanî derxînin derve.

Wezareta Navxweyî ya Misirê ragihand ku yekîneya Îxwan a ji aliyê hêzên wan ve dihat xwest 3 toreyên veşartî ava kirin da ku pereyên biyanî di Tirkiyê re derbasî welatên Ewropayê bikin.

Wezaretê her wiha diyar kir ku pereyên ku li gel wan hatin desteserkirin ji bo desteka madî ji endamên rêxistina Îxwan bû  da ku çalakiyên dijber di hundirê Misirê de pêk bînin. Wezaretê destnîşan kir ku miqdareke pereyên biyanî, paseport û belge hatin desteserkirin.


Mijarên Din