Li herêmên Dêrazorê di sala borî de, rêze êrişên terorîst ji hêla şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê ve bi desteka hêzên herêmî di serî de dewleta Tirk pêk hatin. Çeteyan bi taybet rûspiyên herêmê û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser hedef digirtin. Armanca sereke jî têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser bû.
Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê Ehmed El-Casim piştrast kir ku dosyaya ewlehiyê ya Dêrazorê girêk e, lê Hêzên Ewlekariya hundirîn li ser kar e û tedbîrên pêwîst ji bo sepandina ewlehiyê digire.
`ARMANC PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK E`
El-Casim got ku rewşa li Dêrazorê di sala borî de, ne istiqrarî di hin aliyan de hebû, nexasim di aliyê ewlehiyê de.
El-Casim destnîşan kir ku dosyaya ewlehiyê ya li herêma Dêrazorê gelek girêk e ji ber ku gelek alî dixwazin projeya demokratîk a Bakur û Rojhhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Dêrazorê bi taybet têk bibin.
El-Casim wiha domand: “Armanca bûyerên kuştinê yên li dijî rûpsiyên herêmê û endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, ew e ku gelên herêmê û rûspiyên wê ji hevkariya bi Rêveberiya Xweser re dûr bixin û projeya neteweya demokratîk têk bibin.”
`EWLEHIYA HUNDIRÎN RÊZETEDBÎR GIRTIN`
Bi armanca xurtkirina ewlehiya herêmê El-Casim ev yek got: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi erka xwe ji bo parastina ewlehiya herêmê radibe. Ji bo vê yekê gelek tedbîr girtin û bendên kontrolê çalak kirin. Gelek hemleyên ewlehiyê dan meşandin û gelek endamên şaneyên veşartî li gelek herêmên Dêrazorê girtin.“
El-Casim da xuyakirin ku gelek hêzên herêmî di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe û wiha dewam kir: “Nêzî 3 sal li ser rizgarkirina herêmê derbas bûn. Rêveberiya Sivîl ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî ya herêmê û rewşa jiyanî rêgezeke nû dimeşîne. Ji ber wê gelek hêzên herêmî nemaze dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê, şaneyên DAIŞ`ê û milîsên girêdayî Îranê hewl didin projeya netewa demokratîk têk bibin.”
(şx)
ANHA