Ewropa banga dûrxistina penaberan ji sînorê Yewnanistanê li Tirkiyê kir

Seroka Komîseriya Ewropayê Ursula Von Der Line bang li Tirkiyê ku penaberî ji sînorê Yewnanistê dûr bixe.

Beriya hevdîtina bi serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku dê îro pêk were, Seroka Komîseriya Ewropayê Ursula Von Der Line di civîneke çapemeniyê de bang li Tirkiyê ku penaberî ji sînorê Yewnanistê dûr bixe.

Ursula Von Der Line got: "Ji bo em bighêjin çareseriyekî ji bo vê lihevkirinê pêwîst e zextên li ser sînor sivik bibin."

Von Der Line destnîşan kir ku "Di heman demê de hewcedariyeke bi lez ji bo garantiya mafên penabertiyê û destekdayîna Tirkiyê û Yewnanistê, veguhestina kesan, bi taybet astengdar ên li giravên Yewnanistê asê mane ji bo Ewropayê heye."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro serdana Brûksel bike da ku danûstandinên bi rayedarên Yekitiya Ewropayê re pêk bîne. L wir wê bi Serokê Parlamantoya Ewropa Charles Michel û Seroka Komîsyona Ewropa Ursula Von Der Line re bi cive da ku li ser peymana sala 2016 guftûgo bikin. Buroya Erdogan ragihand ku ew ê her weha bi serokê NATO yê Jens Stoltenberg re bicive.

Dewleta Tirk wekî kaxezeke zextê li dijî dewletên Ewropayê bi kar tîne Wezîrê Derve yê Yekitiya Ewropayê Tirkiyê tewambar kir ku azarên penaberan " ji bo armancên siyasî" bi kar tîne.


Mijarên Din