Ewropa banga rêzgirtina ji xaka Qibirsê re li Tirkiyê kir

Yekitiya Ewropayê di nîşaneyekê de ji niyeta Enqereyê di kolandina li herêma aborî ya Qibirêsê de ji bo vedîtina gazê roja Duşemê carek din bang li Tirkiyê kir ku ji  mafên serdestiya Qibirsê re rêzdar be û tu kiryarek ne qanûnî neke.

Rayedarê mezin ê şandeyên Yekitiya Ewropayê di dosyaya Breakst de Michelle Barnier di serdana xwe de ji Qibirsê re got: "Gelek metirsiyên me hene. Em bang li Tirkiyê dikin ku ji mafên serdestiya Qibirisê re rêzdar be û kiryarek der qanûnî neke."

Barniyê wiha domand: "Eger Tirkiyê bi isarar e, Yekitiya Ewropayê dê bi awayekî guncew bersivê bide û bi temamî piştgiriya Qibirsê dike."

Wezîrê Derve yê Qibirisê Nikos Christodoulides ragihand: "Tirkiyê bi kiriyarên xwe ewlehiya rojhilatê Deryaya Spî dihejîne. Kiryarên wê cihê şermezariya civaka navdewtî ye."

Hikumeta Qibirisê ya ku ji aliyê navdewletî ve pê hatiye îtîrafkirin, tenê li ser beşa başûr serdest e. Tirkiyê ji sala 1974`an ve piştî bersivdayîna derbreya leşkerî ya  qibirisên Yûnanistanê ku xwestin giravê tev li Yûnansitanê bikin, mudexeleya leşkerî ya Qibirisê û beşa bakurê giravê xist bin serdestiya xwe.

Beriya vê Qibirisê gelek peyman girêdayî vekolandina sotemenî bi şirketên cîhanî mezin re mîna Eni ya Îtalî, Total a Fransî, Exxon Mobil a Amerîkî re mohr kirine.

Di nameya ku li ser xizmeta navdewletî ya nameyên deryayî de di destpêka Gulanê de hikumeta Tirkiyê niyeta xwe ji bo vekolandina gazê heya Îlonê di herêmek ji Deryay Spî ragihand. Qibirs dibêje Tirkiyê herêma wê ya aborî binpê dike.

(şx)


Mijarên Din