Ewropa der barê reftarên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî de hişyarî da

Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel duh dewleta Tirk li ser reftar û kiryarên wê yên li rojhilatê Deryaya Spî hişyarî da.

Charles Michel got heke dewleta Tirk metoda avaker a çareserkirina nakokiyên li rojhilatê Deryaya Spî pêk neanî, tevahî vebijêrkên pêşniyarkirî li ser maseyê ne ku parastina blokbûnê bikin.

Charles Michel da zanîn ku lûtkeya serok û hikumetên YE’yê ya rojên pêncşem û îna bê ya li Brukselê li dar bikeve ji bo lêkolînkirina têkiliyên bi Tirkiyê û rewşa li rojhilatê Deryaya Spî ye.

Charles Michel destnîşan kir ku hedef ji afirandina diyaloga avaker bi Enqereyê re da ku aramî û ewlehî li tevahî herêmê pêk were, her wiha rêzdarî li hember serweriya tevahî dewletên endam û mafên wan hebe.

Di 10’ê Tebaxê de dema dewleta Tirk keştî ji bo vekolîna li ser gaza xwezayî û keştiya şer şandiye ava ku bi Yewnanistanê re bi nakok e, alozî zêde bû. Her wiha ev nakokî di dawiya Tebaxê de dema her du welatan tetbîqatên leşkerî pêk anîn, zêdetir bû.

(fr)


Mijarên Din