Ewropa dibe navenda nû ya Koronavîrusê û jiyan careke din li Wohanê vedigere

Belavbûna Koronavîrusê li cîhanê dewam dike û heta niha zêdetirî 30 hezar kesî ji ber wê jiyana xwe ji dest daye. Qurbaniyên vê nexweşiyê herî zêde li Îtalyayê hene. Li bajarê Wohan ê Çînê jî piştî 2 mehên karantînayê, pêşiya belavbûna vîrusê hat girtin.

Li gorî daneyên dawîn, li cîhanê 664 hezar û 590 kes bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, 30 hezar û 890 kesan jiyan xwe ji dest daye û 142 hezar û 368 kes jî baş bûne.

Rêxistina Parastina Sivîlan şemiyê ragihand ku ji ber Koronavîrusê, li Îtalyayê zêdetirî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye ku 889 kes di 24 saetên dawîn de mirine.

Heta welatê herî zêde şewbê zirar dayê, Îtalya ye. Li Îtalyayê bi giştî 92 hezar û 472 kes bi vîrusê ketine. Pêncşemê bi rêjeya ji sedî 8,3, înê ji sedî 7,4 û yekşemê ji sedî 6, 9 nexweşî derbasî kesên din bûye.

Li Spanyayê jî li gorî daneyên şemiyê, di 24 saetan de 832 kes bi vîrusê ketine, her wiha berpirsan ragihand ku diyar e li welêt şewb gihaştiye asteke bilind. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku welatê wî bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê heta 2 hefteyan dê hemû karên aborî yên negirîng, rawestîne.

Piştî Îtalyayê, Spanya welatê duyemîn ê cîhanê ye ku herî zêde rewşên nexweşiyê lê hatine qeydkirin ku bi giştî 5 hezar û 690 kes bi vîrusê ketine.

Li DYA’yê jî 115 hezar û 547 kes nexweş in û 891 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Îranê jî hejmara kesên bi vîrusê mirine gihaşt 2 hezar û 517 kesan û 35 hezar û 408 kes bi vîrusê ketine. Her wiha li Fransayê hejmara kesên bi vîrusê mirine, gihaşt 2 hezar û 314`an û kesên bi vîrusê ketine jî 37 hezar û 575 kes in.

Li bajarê Wohan ê Çînê jî, piştî 2 mehan ji karantînayê jiyan li bajêr vegeriya û deriyên xwe li cîhanê vekirin, her wiha bi rêya cihên  xweparastina ji vîrusê rêwî tên kontrolkirin û pêşwazkirin. Piştî ku bajarê Wohan navenda kirîzê bû û 2 mehan jiyan lê rawestiyabû.

Li Iraqê jî 48 kes bi vîrusê ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Misirê 40 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 6 kesên din jî jiyana xwwe dest daye.

eh


Mijarên Din