‘Ewropa hewl dide bi rêya Bexdayê ji DAIŞ‘iyên girtî xilas bibe’

Nivîskar û muxalifê Sûriyê Ehmed El-Dirzî diyar kir ku Yekitiya Ewropa, Iraq bi kar tîne da ku ji DAIŞ‘iyên girtî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xilas bibin.

Nivîskar û muxalifê Sûriyê Ehmed El-Dirzî ji ANHA‘yê re anî ziman ku ji destpêka şerê li Sûriyê ve hewldanên mudaxeleyên hêzên herêmî û cîhanê diyar bûn û got: "Hemû dewletên ku destê wan di şerê Sûriyê de heye dest bi planên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî kirin da ku armancên xwe pêk bînin."

Ehmed El-Dirzî diyar kir ku dewletên endamên Yekitiya Ewropa dest ji siyasetên xwe yên destwerdanê berneda û wiha domand: " Dewletên Yekitiya Ewropa bi hevkariya îstixbarata Tirkiyê û dewletên din ên ku endamên cîhadîst ên li dewletên Yekitiya Ewropayê kom kirin û ew şandin Sûriyê da ku ji wan xilas bibin, ji ber ku wekî bombeyan di nav civakên xwe de didîtin."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî ragihandina rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê ragihand ku der dora 6 hezar çeteyên DAIŞ‘ê di girtîgehên wan de ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî roja 25‘ê Adarê bi daxuyaniyekî banga avakirina dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Girêdayê vê yekê El-Dirzî destnîşan kir ku siyasetên dewletên ku dest di Sûriyê de wer didan pêk nehatin, lê belê ew welat ketin krîzekê. El-Dirîz got:" Dewletên Ewropayê ji enadmên cîhadîst xilas nebûn, niha rewşa wan di krîzekê de ye ji ber ku dibe dîsa li welatên xwe vegerin. Li ser vê yekê biryara Ewropayê ew bû ku ji wan cîhadîstan xilas bibin, an bi rêya darvkirina wan an jî bi rêya avakirina girtîgehên taybet mîna Guantanamo li dewletên ku qanûnên darvekirin û girtina heta hetanî lê dibin."

Ehmed El-Dirzî li ser bersivnedana daxwaza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê ev tişt anî ziman: "Armanca dewletên Ewropayê ew e ji cîhadîstan xilas bibin bêyî ku dîsa li welatê xwe vegerin. Hewl didin vê yekê bi rêya Bexdayê pêk bînin ya ku rawabûna wê ya navdewletî heye, her wiha bi rêya xwazeya qaûnên darvekirina cîhadîstan pêk bîne. Dewletên Ewropayê dê berpirsyartiya xwe ya ji cîhadîstan rake, madem Bexdayê wê rê nede ku dîsa li welatê xwe vegerin."

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din