Eyşe Hiso: Hikumeta AKP’ê ber bi hilweşînê ve diçe

Eyşe Hiso anî ziman ku di encama têkçûna siyaseta dewleta Tirk li hundir û derve de qeyûm hatine tayînkirin û got “Faşîzma dewleta Tirk gihîştiye asta herî bilind. Hikumeta AKP’ê ber bi hilweşînê ve diçe.”

Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk a dagirker qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Piştî tayîna qeyûman gelê Bakurê Kurdistanê daket qadan û li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Her wiha partiyên siyasî yên li Tirkiyê jî li hemberî qeyûman helwestên xwe diyar kirin.

Têkildarî desteserkirina şaredariyan hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso ji me re axivî û got: “Dewleta Tirk di siyaseta xwe ya hundir û derve de îflas kiriye.”

‘Xitimîn û neçarbûna encama windakirina demokrasiyê ye’

Eyşe Hiso anî ziman ku tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî ye û got: “Şaredariyên ku bi rengê demokrasiyê û bi dengê gel hatibûn hilbijartin, bi awayekî dijberî demokrasiyê qeyûm danîn ser. Bi qeyûman darbeya siyasî jî pêk hat. Îro xitimîn û neçarbûna ku dewleta Tirk li hundir û derve lê rast tê,  encama windakirina demokrasiyê ye. Bi wan şêwazan dewleta Tirk raya gel esas nagire. Divê helwesta gelê li Tirkiyê xeta demokrasî be û derkeve holê.”

‘Faşîzma AKP’ê gihîştiya asta herî bilind’

Eyşe Hiso tayînkirina qeyûman bi siyaseta derve ya dewleta Tirk ve girê da û got: “Siyaseta dewleta Tirk di hundir de jî îflasê dike. Ev îflas di hilbijartinên Stanbolê de gelekî diyar bû. Faşîzma dewleta Tirk gihîştiye asta herî bilind. Hikumeta AKP’ê ber bi hilweşînê ve diçe. Her wiha siyaseta ku derve jî dimeşîne wekî armanca û ketina nav aloziya Sûriyê de jî bi bin ket. Sîstema AKP li ser neteweperestiyê xwe mezin dike.”

Ji rojeva ‘herêma ewle’ ber bi qeyûman ve

Eyşe Hiso anî ziman ku bi demekê ku dewleta Tirk ‘herêma ewle’ xistibû rojeva xwe, tayînkirina qeyûman ne tesadûf e û got: “Mijara ‘herêma ewle’ ne wekî daxwazên dewleta Tirk bi rê ve çû.  Ji ber wê dewleta Tirk dîsa zivirî nav siyaseta xwe ya hundirîn û qeyûm anîn. Di hundir de îflas dike, li derve destwerdana xwe zêde dike. Hebûna dewleta Tirk bi giştî herêmên ku di bin navê Mertalê Firatê de xwe mayînde kiriye, destwerdaneke gelekî mezin e. Ketina wê ya Lîbyayê, piştgiriya wan ji komên çeteyan re, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê encama daxwaza xurtkirina siyaseta xeta hundirîn e.”

‘Yekser guherîn û veguherîn pêwîst e’

Eyşe Hiso bal kişand ser pêwîstiya guherîn û vegûherîna di hundirê Sûriyê de û got: “Di sedsala 21’emîn de mêjiyê AKP’ê yê dewleta Osmanî ye. Dewleta Tirk bi navê ‘îslama nerm’ dixwaze hişmendiya dewleta Osmanî û Misakî Millî vegerîne. Berovajî vê dewleta Tirk nûnerê xeta îslama herî radîkal û hişk dike. Sîstema dewleta Tirk ketiye nav krîza harbûnê û ev krîz jî destpêkirina hilweşandina dewleta Tirk e. Di asta navneteweyî de dewleta Tirk hemû girîngiya xwe ji dest daye û wek alîgirê DAIŞ’ê tê pênasekirin.”

‘Siyaseta hundir û derve îflas kir’

Eyşe Hiso anî ziman ku dewleta Tirk bûye wekî heyberke ji agir û wê çi teqînê bi xwe re bîne ne diyar e û got: “Siyaseta dewleta Tirk di Sûriyê de îflas kir. Dewleta Tirk ku serkêşiya Astanayê dikir, herêma bêçek ava kir.  Niha li Idlibê asê maye, ne dikare xalên Astanayê pêk bînê, ne jî dikare komên çeteyan kom bike ku projeya xwe li ser wan bide meşandin.  Idlib ji bo dewleta Tirk dê teqîneke mezin bîne.”

‘Teqez çareserî li Îmraliyê ye’

Eyşe Hiso bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tekez kir ku rêya çareseriya pirsgirek û demokrasiyê li Îmrali ye. Eyşe Hiso got: “Xitimîna dewleta Tirk nahelê ku çareseriyek bê danîn. Di xeta herikandina xwînê û şer de dewleta Tirk bi israr e. Li dijî van kiryarên dewleta Tirk çareserî li Îmraliyê ye. Biryara kûrkirina xeta şer daye.”

ANHA 


Mijarên Din