Eyşe Hiso: Mertalê Firatê berdewama DAIŞ’ê ye

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku divê hêzên navneteweyî helwestê nîşanî dagirkeriya ‘Mertalê Firatê’ bidin û got Mertalê Firatê, xeta DAIŞ’ê ye.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso tekildarî têkçûna DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî û got: “Çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, giredayî dewleta Tirkiyê ne. Tenê cilan diguherin.”

Eyşe Hiso diyar kir ku têkbirina DAIŞ’ê di roja Newrozê de serkeftinên dîrokî ji mirovahiyê re nûjen kir û wiha axivî: “Çeteyên li Efrînê, destpêkê tîmsalê Kawayê Hesinkar ku ji bo gelê Kurd vîna Newrozê pênasê dike, hilweşandin.  Bi têkbirina DAIŞ’ê re careke din nûjenkirina Newrozê û rihê Kawayê Hesinkar derket holê.  Çeteyên ku koletiya jinan hedef digirt, bi hêza jinan têk çûn. Vîna jinên azad dîsa îspat bû. Bi van serkeftinan bi giştî cîhan deyndarê şervanên QSD’ê ne.”

‘Xeta Mertalê Firatê, xeta DAIŞ’ê ye’

Eyşe Hiso diyar kir ku bi bêdengiya civaka navneteweyî re dewleta Tirk a dagirker projeyên mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2011’an ve projeya dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike. Di êrîşên li ser Kobanê de, dewleta DAIŞ xurt kir. Niha jî ya ku Efrîn dagir kir, Tirkiye ye. Biryara dewleta Tirk a dagirker pêkanîna qirkirina Kurdan e. Lê beramberî vê jî bêdengiyek ji aliyê civaka navneteweyî ve derket holê û ev bêndengî berdewam e. Hemû dewlet ji bo berjewendiyan çavên xwe ji kiryarên Tirkiyê re digire. Bi van bêdengiyan re Tirkiye, projeya mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe.  Divê hêzên navneteweyî helwestê nîşanî dagirkeriya Mertalê Firatê bidin, cihên ku Mertalê Firatê xeta DAIŞ’ê dişopînin. Divê dewletên navneteweyî piştgiriya tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê bikin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”

‘Hişmendiya çeteyan yek e, têne cilan diguherînin’

Eyşe Hiso diyar kir ku çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, giredayî dewleta Tirk in û wiha dewam kir: “Çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tenê cilên xwe diguherînin. Çawa xwe di bin navê DAIŞ’ê tev digerînin, niha jî xwe di bin navên cuda de tev digerin. Hinek dewletan daxuyand ku têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê hene. Lê divê ji daxuyaniyan zêdetir rastiya van têkiliyan bê ditin.”

‘Divê rejîma Sûriyê projeya avakirina Sûriyeya demokratîk qebûl bibe’

Eyşe Hiso destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê dewleta Tirk e û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “Hemû hewldanên Tirkiyê ew e ku aloziya Sûriyê hîn kûrtir bike. Divê rejîma Sûriyê jî deskeftiyên ku QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, bibîne. Axa ku ji desthilatdariya DAIŞ’ê hat rizgarkirin, axa Sûriyê ye. Lê mixabin rejîmê der barê têkbirina DAIŞ’ê de tu daxuyanî nedan. Hişmendiya rejîma Sûriyê hin jî yekperestiyê dipejirîne. Sûriye welatekî mozaîk e. Dive Sûriye projeya avakirina Sûriya demokratîk qebûl bike.” 

ANHA


Mijarên Din