Ezîz Elî: Divê partiyên Kurdî hevgirtî bin û piştgiriya berxwedana Haftanînê bikin

Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk a Hesekê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Heftanînê sepandina hebûna xwe li herêmê û qetilkirina gelên azadîxwaz e. Her wiha bang li partiyên Kurdî kir ku hevgirtî bin û piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin.

Rejîma AKP’ê ji dema hatiye ser desthilatê ve dev ji dîktatorî û faşîzma li dijî gelê Kurd û xaka wê bernedaye û tevahî destkeftiyên gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê hedef digire.

Dewleta Tirk a dagirker niha hemû pêkhateyên li ser rêgeza biryatiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn hedef digire. Her wiha bombebarankirina Herêmên Parastinê yên Medya bi taybet herêma Heftanînê didomîne, a ku hegemoniya xwe û desthilata Osmanî ya kevin ji nû ve vegerîne.

Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk a Hesekê Ezîz Elî li ser armacên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser Heftanînê û pêdiviya gel a sekna li hember van êrişan axivî.

ARMANCA ÊRIŞAN

Ezîz Elî diyar kir ku armanca sereke ya êrişên dewleta Tirk a dagiker îspatkirina hebûna xwe li herêmê, qetilkirina gelên ji bo azadiya xwe tê dikoşe û qirkirin û çewisandina nasnameyan e.

Elî da zanîn ku jiyana hevbeş a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li ser rêgez û metoda biratiya gelan li gel neteweya demokratîk li kêrî dewleta Tirk nehat. Ji lew re hewl dide tevahî destkeftiyên gelên herêmê di gel Rêveberiya Xweser de têk bibe.

Elî wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya qirkirina gelê Kurd dixwaza tevahî pêkhateyan û projeya neteweya demokratîk ku mafên pêkhateyên herêmê parastiye, têk bibe. Her wiha hewl dide Mîsaqa Millî beriya bidawîbûna dîroka peymana Lozanê vegerîne."

ARMANCA DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Elî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê gelê Kurd hedef digire, lê belê tevahî gelên herêmê dike hedef. Di 1915’an de dewleta Tirk li dijî pêkhateya Ermen komkujiyek pêk anî. Niha jî hewl dide bigihîne tevahî welatên cîhan, Ewropa, Afrîka û Ereb da ku wan sînaryoyên kevn dûbare bike û serweriya xwe li ser tevahî cîhanî ferz bike û serdema Osmanî dîsa vegerîne."

Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk a Hesekê Ezîz Elî wiha bi dawî kir: "Gelê Kurd yek e, lê divê partiyên Kurd hemû berjewendiyên xwe yên takakesî û partîtî bidin aliyekî, piştevaniya berxwedana Heftanînê bikin, li hember dewleta Tirk bisekinin û yekitiya Kurd ji bo berjewendiya gelê Kurd ava bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din