Fûad Sedî: Herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê, li dijî mafên gelên Bakurê Sûriyê ye

Siyasetmedar Fûad Sedî got" herêma ewle" ya ku Tirkiyê hewl dide ava bike li dijî mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û banga kir ku divê herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî de be.

Dewleta dagirkeriya Tirk hewl dide herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike. Ev jî gel weke hedefgirtina ewlehiya herêmê û aramiya wê dihesibîne. Her wiha wêran, kuştin û dizîna ku li herêmên din ên Tirkiyê dagir kirine, şahîdeyên vê yekê ne.

Siyasetmedar û endamê rêveber ê PYD’ê li navçeya Girkê Legê ji ajansa me ANHA’yê re der barê mijarê de tekez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke ewletirîn ên Sûriyê ye û destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide vê herêmê bi rêya avakirina herêma ewle bixe bin serweriya xwe.

Sedî bal kişand ser siyasetên Tirkiyê yên qirkirina gelan, kuştin, tunekirin û bi taybet ên li dijî gelê Kurd û wiha domand: "Tirkiyê dixwaze maf û nasnameya Kurdan çi li hundirê Sûriyê dibe û çi jî li derve bi hemû rêbazan desteser û qir bike. Sedî wiha lê zêde kir: "Herêma ewle armanc jê ew e ku li dijî mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Li aliyekî dîtir jî Sedî li ser kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li dijî şêniyên Efrînê wiha da zanîn: "Divê hemû pêkhateyên beşdarî Rêveberiya Xweser bûne, dersên xwe ji mûzayika Efrînê yê ku hemû pêkhateyên Sûriyê hembêz kirine û nimûneyên biratiya gelan, jiyana hevbeş û rêxistinê bûne, bigrin. Lê niha jî bûye qada koçberkirinê, talan, wêran û kuştinê ji hêla terorê dewleta Tirkiyê ya ku niha dixwaza herêma ewle ava bike."

Fûad Sedî  wiha îşaret bi Tirkiyê yê ku komên terorîst hembêz dike kir û wiha dewam kir: "Sedema heyîna terorê li Sûriyê, Tirkiyê ye. Ji lewre dema Tirkiyê hewl dide herêma ewle ava bike, divê em li Efrînê, Cerablus û Babê binêrin. Li gel civaka navdewletî nîşaneyên ku Tirkiyê piştevaniya komên terorîst dike hene, lê dîsa jî çav lê digre."

Sedî bang kir ku divê herêma ewle di bin çavdêriya NY’yê û hêzên navdewletî yên hevpar de be û wiha berdewam kir: "Armanca me ew e ku Sûriyeke demokratîk û azad tê de edalet, biratiya gelan, jiyana hevbeş dûrî guhartina demografiya Sûriyê hebe, pêk were. Ji lewre bang dikin ku herêma ewle di bin çavdêriya Meclisa Ewlehî, NY’yê û çavdêriya hêzên navdewletî de be."

Di dawiya axaftinê de, siyasetmedar Fûad Sedî got: "Rola me ya serek û girîn di têkbirina DAIŞ’ê de hebû. Ji lewre dev ji axa xwe bernadin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din