Fatima yek ji jinên ku tiba xwezayî dide jiyankirin e

Yek ji jinên ku çanda tiba xwezayî ya ji dapîra xwe girtiye,  Fatima Mecîd (54) e. Fatima diyar kir ku gelek kes hene ku tiba xwezayî ji ya nûjen baştir dibînin.

Piştî ku jinê li Kevana Zêrîn yanî Mezopotamyayê jiyana gundan da destpêkirin, tiba xwezayî jî pêşxistin. Bi demê re çawa ku pergala mêrdestiyê hemû keda jinê dizî û dagirkir, qada tibê jî ji jinê dizî. Bi taybet di navbera salên 1400 û 1700’an de Dadgehên Engîzasyon li gelek welatên Ewrupa bi navê “pîrheboktiyê” nêzî 70 hezar jinên bijîşk şewitandin. Piştî pêşketina teknolojiyê û pergala kapîtalîst tib yekcar ket destê pergalê de û heta niha jî ji bo sermayê tê bikaranîn.

Her çendî tiba xwezayî rastî êrîşan jî tê û di nava civakê de henek pê tên kirin jî, li Rojhilata Navîn hîn jî hinek jin hene ku tiba xwezayî pêş dixin û dewrî nifşên nû dikin.

Yek ji van jinan jî jina bi navê Fatima Mecîd a 54 salî ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî ye. Fatima ya dayîka 8 zarokan e li gundê Koliya yê herêma Raco ya kantona Efrînê dima, piştî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên 18‘ê Adara 2018 li taxa Şêxmeqsûdê bi cih bû. Fatima di ciwaniya xwe de (14-15) li cem dapîra xwe dima û dapîra wê ew fêrî tiba xwezayî dikir. Dapîra Fatima beriya wê jî du keçên xwe fêrî tiba xwezayî kiribû.

Fatima ev nêzî 40 sale karê tiba xwezayî dike.

Fatima gîhayan hişk dike, zûha dike, paşê depo dike û pê nexweşan derman dike. Her wiha dermankirina fîzîkî jî dike.

Hinek nexweşiyên ku Fatima derman dike ev in; Egzema, menaqîr, disk, zerik, babesîr, jinên ku zarokên wan çênabin...hwd.

Dayika Fatima gîhayên ku di biharê de şîn dibin kom dike û wan hişk dike. Fatima ji 20 cûrên şînatiyan dermanan çêdike.

Dayika Fatima got: “Ez wek alîkariya tenduristiyê, dermanan pêşkêşî şêniyan dikim. Gelek kes tiba xwezayî di ji tiba nûjen baştir dibînin.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din