Fatma û Xezalê nimûneyên jinên kedkar in

Her du xwişkên astengdar Fatma û Xezalê dikaribûn xwe wek kesayetên hilberîner di civakê de îsbat bikin. Her du xwişkan astengbûna xwe derbas kir û berpirsyariya xwedîkirina malbatê hilgirt ser xwe.

Her du xwişk Xezalê Hemada ya 35 salî û Fatme Hemada ya 31 salî ji şêniyên gundên başûrê Helebê ne. Her du jî ji jidayikbûnê ve di encama zewaca xizman de ker û lal in.  Lê ew tişt bandor li her duyan nekir ku bi awayekî asayî jiyana xwe bidomînin û di civakê de bibin kesên hilberîner.

Ji biçûkahiyê ve her du xwişk fêrî jiyana bi astengdariyê re bûn. Her wiha alîkariya derdora xwe kirin û aboriya xwe bi xwe peyda kirin bêyî ku pişta xwe bidin kesekî.

Xezalê û Fatma tevî endamên malbatên xwe ku ji dê û bav, 3 keç û 3 kuran pêk tên, di encama dagirkirina çeteyên dagirkeriya Tirk de taxa Benî Zeyd a girêdayî Eşrefiyê ya ku lê diman, neçar dimînin ku ji mala xwe derkevin û berê xwe bidin gundê xwe El-Tewame yê li başûrê Helebê.

Beriya destpêkirina aloziya Sûriyê her du xwişk mûnê li mal heya 3 salan çêdikirin. Piştre di kargeha dirûnê de dixebitin da ku desteka malbata xwe bikin. Piştî ku diçin gund jî, her du xwişk di nav zeviyan de dixebitin.

Di navîna sala 2016`an de piştî ku YPG û YPJ`ê taxa Eşrefiyê rizgar kir, Xezalê û Fatma tevî dê û bavên xwe ji ber ku jiyana li gund dijwar e, vedigerin mala xwe. Lê endamên malbatê yên din ji ber sedemên malbatî li gund dimînin.

Careke din Xezalê û Fatma di kargeha dirûtinê de dixebitin da ku debara malbatê peyda bikin. Ji ber ku bavê wan astengdar e û nikare kar bike.

Ji 6‘an 4 zarok ker û lal in

Hemde Mistefa ya 60 salî dayika Fatma û Xezalê ye û destnîşan kir ku ji ber nexweşiyên ku di encama zewaca xizman de di nav malbatê de belav bûye, ji 6 zarokên wê 4 heb ker û lal in. Hemde destnîşan kir ku ji ber ku hevserê wê astengdar e, Xezalê û Fatme neçar dimînin ku bixebitin û debara malbatê peyda bikin.

Hemde diyar kir ku ji ber jiyana dijwar a gund ew tevî Xezalê û Fatma vegeriyan Helebê.

(şx)


Mijarên Din