Fayiz El-Serac serdana Tirkiyê kir û çavdêr hişyariya planeke nû didin

Çavkaniyên ji Lîbyayê ragihand ku serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac roja yekşemê ji nişka ve serdana Tirkiyê kir. Di heman demê de serokerkanê hêzên Wîfaqê Mihemed Hedad jî gihaşt Enqereyê. Çavdêr dibînin ku dewleta Tirk amadekariya êrişeke nû dike û naxwaze çareseriyeke siyasî çêbe.

Çavkaniyên ji Lîbyayê ku agahiyên xwe dispêrin hin kesên nêzî meclisa serokatiyê, ji rojnameya El-Ereb re diyar kir ku Fayiz El-Serac serdana Tirkiyê kir. Fayiz El-Serac li Tirkiyê li gel lîwa Îbrahîm Şeqef û cîgirê serokê Saziya Ewlekariya Hundirîn ê berê ku girêdayî Meclisa Serokatiyê bû, civiya.

Li gorî çavkaniyan der barê naveroka civînê de tu agahî tune ne. Di heman demê de serokerkanê hêzên Wîfaqê Mihemed Hedad jî gihaşt Enqereyê û bi wezîrê parastinê yê Tirkiyê û serokerkanê giştî yê Tirkiyê Yaşar Guler re civiya.

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku têkildarî serdana serokê hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fayiz El-Serac ji Tirkiye re li rojhilatê Lîbyayê nerehetî çêkir, ji ber ku desthilata Tirkiyê bi vê yekê dixwaze hevpeymanên li ser Cefra û Sirteyê têk bibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku dema Odeya Operasyonên Parastina Sirte-Cefrayê ya girêdayî milîsên Misratayê girtina rêya başûrê Ebûqirên û Weşka ya li aliyê Cefrayê ragihand, metirsî zêdetir bû. Di heman demê de artêşa Lîbyayê hişyarî da ku dewleta  Tirk milîsên sûrî amade dike da ku careke din êrişî Sirteyê bikin.

(eh)


Mijarên Din