Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan teqînên Qamişlo şermezar kir

Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan ku ji 92 deste, rêxistin û saziyên mafî pêk tê, daxuyaniyek da û teqînên ku duh li bajarê Qamişlo pêk hatin, her wiha rewşa tundî û xwînrijandina xeternak a bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Bakurê Sûriyê, şermezar kir.

Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan îro daxuyaniyek der barê rewşa Sûriyê bi giştî û bi taybet a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û teqînên ku li bajarên bakur rû didin, da.

Daxuyanî wiha ye:

"Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan, deste, rêxistin û navendên mafî yên ev daxuyanî îmze kirine bi hêrs û şermezarkirinê agahiyên bi êş der barê teqînên terorîst ên li bajarê Qamişlo di saet 14:40`î de ji 11`ê Mijdara 2019`an de rû da, bihîst. Teqîn li sûka sereke ya bajarê Qamişlo li kolana El-Wehdê ya navenda bajarê Qamişlo rû da. Ew kolan ji kolên girîng yên sereke di bajarê Qamişlo de ye û tevgera wê zêde ye. Di wê kolanê de bi sedan dukanên bazirganiyê û otel hene. Ew kolan taxên bajêr bi hev girê dide.

Teqîn bi rêya du erebe û motorsiklêtekê rû dan. Teqîna yekem li nêzî dibistana El-Qadisiyê, nêzî xwaringeha Ebû Delîl nêzî nexweşxaneya El-Selam a li sûkê pêk hat, ya duyemîn li dagerandina navenda sûkê li nêzî kafeya El-Şimû û ya sêyemîn jî li beramberî pirtûkxaneya Ebû El-Nûr a li kêleka buroya El-Selam rû da.

Li gorî çavkaniyên ji çapemeniyê ku di encama teqînên terorîst de 6 welatiyên Sûriyê hatin qetilkirin her wiha zêdeyî 45 welatiyên Sûriyê birîndar bûn. Rewşên hinek birîndaran giran e. Her wiha ziyanên mezin gihîşt mal û milên taybet û giştî.

Navên hinek kesên ku di teqînên terorîst de hatin qetilkirin ev in:

Sozan Abdullqadir Şêxo (20)

Xalid Mehmûd Hibsî

Emîra Mihemed Yûsif

Her wiha navên hinek birîndarên ku ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên başûrê Kurdistanê, wiha ne:

Nûbar Hac Îbrahîm

Amir El-Elî

Navên hindek birîndaran:

Nexweşxaneya Ferman

Ebîr Ebûd Malik (parçe)

Hisên Mayûf El-Hasûd (parçe)

Selah Hesen El-Musil (parçe)

Mehmûd Nayif Heyder (parçe)

Remedan Hesen El-Muslim (parçe)

Mihemed Selîm Cemhûr (parçe)

Ferhad Mûrad (parçe)

Ebû Zêd Yezen (parçe)

Ehmed Seyd Abdullah (şewat)

Kazim Xidir Xelîfa (şewat)

Nexweşxaneya Selam

Sîdra Husam (17)

Aya Ehmed Ehmed (17)

Şemsa El-Berho (25)

Rewşen Zêdo (17)

Nexem Hatim Elî (17)

Fihmî Rohim (60)

Sîmon Melid Silêman (15)

Entonyos Somê (53)

Hesen El-Mewla (23)

Elî El-Asî (23)

Hesen Keyît

Xalid Îdarî (42)

Ehmed Qesîr (24)

Ferhad Mûrad (40)

Zêd Mûrad (69)

Mihemed Abdullrehman (22)

Basil Kido

Nexweşxaneya El-Rehmê

Esra Mihemed El-Ehmed (16)

Mihemed Baqî

Şiyar Elî

Alan Hesen (16)

Mizgîn Mihemed (38)

Rodî Ebdî (28)

Fadî Ismet (22)

Heysem Ebdî (45)

Ekrem Enter (36)

Nexweşxaneya Nafiz

Kazim Xelîfa

Mûrad Derwîş

Ehmed Îsmaîl Seyd Abdullah

Reşad Cîhad Abdullah

Amir Mihemed Saîd

Mûnîr Silêman Xelîl

Tevî nakokiyan û tevliheviyên herêmî û navneteweyî ku hîna desthilatiya aloziya Sûriyê dike, her wiha hişt ku alozî kûrtir bibe, hêzên dagirkeriya Tirk û yên pêra hevkar in ji çekdarên Sûriyê Bakurê Sûriyê dagir kirin û hin gundên wê dagir kirin, ew ne rewa ye û ne li gora rêgezên NY`yê û zagonên navneteweyî. Em hîna dibînin ku çareseriya Sûriyê tekan e rêya derxistina ji rêya girtî ye, ji ber vê yekê em banga vê yekê dikin:

1-Daxwaz ji hêzên dagirker dikin ku di zûtirîn dem de û bê şertan ji hemû xaka Sûriyê da dagir kirin, vekişin.

2-Xeteriyên dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re û tiştê ku piştî çalakiyên leşkerî yên Tirkan ji binpêkirinên derheqê sivîlên Sûriyê pêk hatin rû dan, teşhîr bikin.

3-Xebatekî mezin ji bo eşkere kirina çarenûsa kesên hatin revandin û serbest berdana wan, ji jin, zarok û zilamên ji gel hêzên dagirkeriya Tirkiyê girtî û yên li gel komên çekdar ên hevkar bi Tirkan re, bêyî şertan.

4-Xebatekî mezin ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên wenda, her wiha kesên navê kesên dijîn û yên hatin kuştin ji ber sedemên siyasî û ne siyasî, bê ragihandin.

5-Avakirina komîteyeke lêpirsînê serbixwe û ne girêdayî tu aliyan û bi beşdarbûna nûnerên Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan û rêxistinên ku parastina mafên mirovan û mafên jinan li Sûriyê dikin, da ku hemû binpêkirinên ku ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û heta niha hatine kirin û rayedarên ji hêzên dagirker ku bûne sedem qurbanî çêbibin, werin keşifkirin û radestî dadgehên herêmî û navneteweyî werin kirin û weri cezakirin.

6-Vegera sivîlên koçber ji şêniyên bajar û gundan, her wiha rakirina hemû astengiyan li pêşiya vegera wan ji bo vegera li gund û malên xwe û girîngiya peydakirina wan rêyan, misogerkirina ku tu êrişê li ser wan û mal û milkên wan neyê kirin û rakirina mayînan. Da ku şênî dikaribin di aliyê aborî û civakî de xwe bi rêve bibin.

7-Bang li deste û saziyên navneteweyî yên peywendîdar bê kirin da ku pêwîstiyên wan ê jiyanê û aborî ji bajar û gundên Bakurê Sûriyê û şêniyan derve re peyda bikin.

8-Bang li rêxistinên mafparêz û sivîl li Sûriyê bê kirin, da ku di aliyê belgekirina sûcên dijî mirovahiyê ku hêzên dagirker ên Tirkiyê hevkar bin, her wiha ji bo avakirina dosyeke qanûnî ku rê bide hemû sûcdarên binpêkirinan bişopînin, çi Tirk dibin û çi yên Sûriyê dibin, ji ber hin kiryar asta sûcên dijî mirovahiyê derbas dike, ku dihêle dosya sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî û dozgeriya navneteweyî bê kirin.

9-Xebata gelêrî û mafnasî ji hemû pêkhateyan resen ji şêniyên bajar û gundên Bakurê Sûriyê da ku li pêşiya xeteriyên ji ber kiryarên hêzên dagirker koçberiya bizorê û paqijkirina etnîkî pêk anîn, bê rawestandin.

(bx-jo)

ANHA


Mijarên Din