Federasyona Birîndarên Şer: Astengdariya me li pêşberî rizgariya Efrînê nabe kelem

Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên ji Efrînê re, Konfederasyona Birîndarên Şer şaxê herêma Efrînê daxuyaniyeke nivîskî ragihand û bang li civaka navneteweyî kir ku yekser artêşa dagirker ji Efrînê derxin.

Daxuyaniyê israr û berxwedana rewa ya Efrînê bi bîr xist û wiha daxuyand: "Bi navê saziya birîndarên şer û bi dirûşma "Canê me fadayî Efrîna bajarê aştiyê ye" silav ji berxwedan û têkoşîna gelên qehreman re. Di serdema nû de berxwedana gelan li hemberî hovtirîn dijmin e."

Daxuyaniyê bêdengiya civaka navneteweyî beramberî artêşa Tirk şermezar kir û wek komplo bi nav kir û da zanîn ku faşîzmê bêdengiya navdewletî qezenc kir û veguherand komployeke navdewletî û xwe spart siyaseta talankirina bêserûber, şênî koçber kirin û malbatên çeteyan û komên cîhadîst li malên sivîlan bi cih kirin, bi vê yekê guhartina demografiyê dan meşandin.

Daxuyaniyê îşaret bi binketina komployan û berdewamma berxwedana di oxira kifşkirina kiryarên artêşa Tirk de kir, ji siyaseta guhartin û tirkkirina herêmê bigire heta bicihkirina kesên biyanî li Efrînê, lewma bang li civaka navneteweyî dikin ku beramberî vê yekê bi berpirsyariya xwe rabin û garantiya vegera welatiyên Efîrînê li malên xwe bidin. Daxuyaniyê piştrast kir ku kengî dibe bila bibe, ew amade ne ji bo rizgariya Efrînê şer bikin û astengdariya wan li pêşberî vê yekê nabe kelem.

Di dawiyê daxuyaniya Saziya Birîndarên Şer de bang li gelan hate kirin ku baweriya xwe bi şervanên ji bo rizgariya Efrîna dagirkirî li ber xwe didin bînin, bila baweriya xwe bi şerê derûnî neynin û bi israr li dijî hewldanên parçekirina rêxistina civaka Efrînê bisekine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din