Federasyona Sûriyê ya rêxistin û desteyên mafên mirovan cejna Newrozê pîroz kir

Bi boneya rasthatina cejna Newrozê Federasyona Sûriyê ya rêxistin û desteyên mafên mirovan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Newroz li gelê Sûriyiê bi giştî û gelê Kurd bi taybet pîroz kir. Federasyonê hêvî kir ku nirxên Newrozê yên ku aştî, ewlehî û mirovahî rave dikin belav bibin.

Federasyona Sûriyê ya rêxistin û desteyên mafên mirovan a ku ji 92 rêxistinan, navend û deste pêk tê daxuyaniyek havpar da.

Di daxuyaniyê de tevahiya rêxistin, deste, navende, çalakvan, ronakbîr, akademîsyan, kesayetên civakî û olî bi boneya Cejna Newrozê û sersala Kurdî gelê Sûriyê û tevahiya Kurd li Sûriyê pîroz kirin. Her wiha hêvî kirin ku aştî û ewlehî û çanda mafên mirovan li herêmê belav bibe.

Federasyonê destnîşan kir ku bi rasthatina vê boneya pîroz re, tevî berdewamkirina êrişên hêzên dagirker ên Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyonê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê gelê Sûriyê hêvî dikin aştî û ewlehî belav. Êrişker û dagirkeran li gel bêdengiya navneteweyî ya kujer binesaziya herêmê wêran kirin û gelek komkujî li djî gelê Sûriyê pêk anîn.

Federasyonê di berdewama daxuyaniya xwe de got ew tevahiya binpêkirinên di dirêjahiya salên borî de ji tundî, kuştin, wêrankirin, teqînên terorîst, bûyerên kuştin, revandin şermezar kirin. Federasyonê teqez kir ku beyî hevkariya bi navbera aliyên çalak û têkildarî aştiyê û ewlehiya civakî re, aştiya siyasî ne pêkane.

Her wiha federasyonê bang li tevahiya aliyên têkildar ên herêmî û navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember gelê Sûriyê û pêşeroja herêmê bînin cih. Her wiha banga karê cidî û avêtina gavan ji bo gihaştina çareseriyek siyasî û aştiyane ji aloziya Sûriyê kir.

Federasyonê di nav daxuyniya xwe de got: Em bang li tevahiya aliyên hikumî û ne hikumî dikin ku li ser mijarên li jêr kar bikin:

1-Rawestandina tevahiya şerên li axa Sûriyê. Bi awayekî çalak û pratîk dest bi çareseriya siyasî bikin.

2-Kar bikin ji bo ku hêzên Tirkiyê yên dagirker û çekdarên alîgirên wê bê şert ji Efrîn, gundewarê Hesekê, gundewarê Reqayê, Idlibê û gundewarê wê, gundewarê Helebê û ji tevhaiya axa Sûriyê ya ku dagir kirine, vekişin.

3- Tevahiya girtiyên siyasî di serî de jinan û tevahiya kesên ji ber ku tev li kombûnên aştiyane bûne li bajarên cuda yên Sûriyê serbest berdin.

4-Bi lez çaranûsa kesên ku ji hêla hêzên Tirkiyê yên dagirker û komên çekdar ên alîgirên wê revandine bê şert were eşkerekirin û hemû serbest werin berdan. Ji jinan, zarokan û mêran. Hêzên dagirker neçar bikin ku dabînên guncew û bilez ji qurbaniyên revandinê re peyda bike.

5-Yekser çaranûsa windahiyên jin, mêr û zarok eşkere bikin. Ji ber firehbûna diyardeyên windahiya bi zorê, dosyeyek gelek mezin girêdayî windahiyên Sûriyê hate vekirin.

6-Xeteriyên dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re, encamên êrişên leşkerî yên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirinên li dijîn sivîlan li Srûiyê û koçberiya bi zorê werin eşkerekirin.

7-Peydakirina pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî ji bajarên wêrankirî û koçberan re li welêt û derveyî wê.

8-Hewl bidin edaletê pêk bînin. qurbaniyên bûyerên Sûriyê însaf bikin û sûcdaran ceza bikin.

9-Tevahiya pêkhateyên Srûiyê li ser astên gelêrî û hiqûqî kar bikin, bi taybet li herêmên ji aliyên netew, bawerî û çandî ve pir reng in. Da ku li hember xeteriyên binpêkirinên nijadperestî û koçberkirina bi zorê bi armanca valakirina herêmê bisekinin. Bi awayekî cidî li hember tevahiya binpêkirinên guhertina demografiya herêmê  bisekirin.

10-Ji ber ku doza Kurd li Sûriyê dozek watanî û demokratîk e. Divê piştgiriya kedên vedîtina çareseriyek demokratîk û adil li ser bingeha îtîrafa destûrî bi mafên rewa ya gelê Kurd were kirin. Zulm li ser gel rabe, tevahiya siyasetên cudabûnê û encamên wê tune bibin. kesên zirar dîtine di çarçoveya yekitiya ax û gelê Sûriyê werin dabînkirin. Ev tişt ji bo tevahiya pêkhateyên gelên Srûiyê yên ku ji ber siyasetên cudakirinê zirar dîtine derbasdar e.

11-Tevahiya rêxistin û desteyên têkildarî parastina nirxên hemwelatîbûnê û mafên mirovan li Sûriyê, rêbazên ewle û rêyên aştiyane ji bo belavkirina nirxên hemwelatîbûnê û nermî di navbera gelê Sûriyê de pêşniyar bikin.

12-Em bang li tevahiya gelên Sûriyê dikin ku hevkar bin ji bo ku pêvajoya hesas a ku welat û cîhan tê re derbas dibe li gel belavûna vîrûsa COVID 19 derbas bikin. Tedbîrên ku wezareta tendurisiyê ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin bînin cih, ji jêderên vegirtinê dûr bikevin. Divê hemû hev bigirin ji bo ku nirxên mirovahiyê û berjewendiya giştî ya watanî ya ku parastina mafê jiyanek tendursit û aborî xurt dike, bînin cih.

(şx)


Mijarên Din