Fehîm Taştekîn: Cıvîna sêalî kete dubareyê

Rojnameger Fehîm Taştekîn civîna sêalî ya Putîn, Erdogan û Ruhanî nirxand û got: “Danezana ku piştî civîna sêalî hat ragihandin, bi pêngavên praktîkî yên ku tên avêtin û pêşekiyan re li hev nake. Civîna sêalî kete dubareyê.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî, li ser mijara Sûriyê, di çarçoveya Astanayê de civînek sêalî lidar xistin. Piştî civînê dewletên “garantorên” Astanayê, danezanek hevpar ragihandin.

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kirin ku ev danezana hevpar, qaşo ji bo lêgerîna çareseriya krîza Sûriyê hatiye parvekirin. Lê ev civîna ku hatî lidarxistin krîza Sûriyê girêktir dike, di dijminahiya li hember Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meryerê de hevparbûyîne. Parçekirina Sûriyê armanc dike. Her sê dewletên ku di civînê de cih girtine, li şûna çareseriya aloziya Sûriyê, rêya berjewendiyên xwe nîqaş kirin.

Me girêdayî civîna ku di formata Astanayê de pêkhatiye û danezana hevpar, hevpeyvînek bi rojnameger Fehîm Taştekîn re çêkir.

'GAVÊN KU DI PRAKTÎKÊ DE TÊN AVÊTIN Û PÊŞEKÎ LIHEV NAKIN’

Rojnameger Taştekîn diyar kir ku danezanên ku ji lûtkeyên di formata Astanayê de li pey hev tên ragihandin, dubareya hev in û wiha got: “Ev danezan, pêşekiyên hersê welatan û xetên wan ên sor dide nîşan. Di danezanan de şertên Tirkiyê yên ji bo Kurdan û demokrastiyê, pêşekiyên Rûsyayê yên girêdayî têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst û fikarên Îranê yên girêdayî DYA-Israîlê, tên dîtin. Danezana ku piştî civîna sêalî hat ragihandin, bi pêngavên praktîkî yên ku tên avêtin û pêşekiyan re li hev nake.”

‘TIRKIYE LI BENDA FIRSETAN E’

Taştekîn destnîşan kir ku armanca hersê dewlet têde hevparin, vekişîna Amerikayê ya ji Bakur û Rojhilatên Sûriyê ye û wiha pêde çû: “Muhtemel çavê hersê aliyan li hilbijartina serokatiya Amerikayê ye, li bendê ne ku dê pozisyonek Amerikayê ya nû çêbibe an ne. Tirkiyê tucar dest ji berfirehkirina destwerdana ku li Serêkaniyê û Girê Spî sînordar mayî, bernedaye. Armanca Tirkiyê ew e ku destwerdana xwe ji Kobanê heya Dêrik û Sêmalkayê berfireh bike. Ji bo vê jî li benda firsetan e. Pozisyona Rûyayê ya di vê mijarê de jî zêde neguherî. Eger bi awayek qismî rê dabe Tirkiyê jî du sedemên wê hene; ya yekê bi destê hevkarê NATO’yê zextê li Amerîkayê bike da ku vekişînê hêsan bike. Ya duwem jî Kurdan ber bi lihevkirina bi Şamê ve dehf bide. Lê herdu bendewarî jî tam pêk nehatin. Piştî xalekî ji aliyê Rûsya û Îranê ve, hebûna Tirkiyê ya leşkerî bûye pirsgirêkek bingehîn. Ji ber wê jî Rûsyayê ji bo Kobanê rê neda Tirkiyê. Hevsengiyên niha, derfet nadin aliyan ku gavekî bi pêş de biavêjin. Herkes di rewşa sekinînekî de ye.”

‘HEMÛ HEWLDAN JI BO KU KURD STATÛ QEZENÇ NEKIN IN’

Taştekîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku Kurd statuyekî qezenç nekin, Tirkiye hemû derfetên xwe yên siyasî û leşkerî bikar tîne. Heta ku Tirkiye bi Kurdên nav xwe de aştiyekê çêneke, polîtîkayên Enqereyên yên ji bo jêra sînor jî nayên guhertin.”

Taştekîn hevsengiyên hersê welatan ên li hemberî hev wiha nirxand: “Rûsya bawerdike ku heta Kurdan qezenç neke, Amerîka venakişe û di vê mijarê de ji Tirkiyê cuda dibe. Lê Rûsya naxwaze têkiliyên wê yên bi Tirkiyê re xirab bibin. Di vî aliyî de Rûs jî hatine ber nabosekê (rêya ku dawiya wê girtî). Divê tiştek nû bê kirin. Pêşekên Îranê jihevneketina îtififaqa siyasî-leşkerî ya ku jêre dibêjin “minwera berxwedanê” ye. Eger ev tişt pêwîst bike ku tiştekî nedin Kurdan jî, wê li dijî wê dernekevin. Li vir hevsengiyek beramberî heye. Destê tu welatî ne di ser yê destê welatê din re ye.”

‘LI IDLIBÊ KONTLOLA RAGEŞIYÊ TÊ BERDEWAMKIRIN’

Taştekîn destnîşan kir ku li Idlibê Tirkiye û Rûsya di nav rageşiyek bi kontrol de hevkariyê didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rûsya dibêje, lihevkirinên Soçî û Moskowayê tam nehatine cih. Lê naxwaze senaryoya hatina beramberî hev ya artêşên Turkiye û Sûriyê dubare bibe. Heta niha her çendî herdu alî li gorî dîroka ku hatine diyarkirin, tevnegeriyane jî, ji bo vekirina rêya M4 hevkariyê didomînin. Tirkiye li şûna mijulbûna bi rêxistinên weke Heyet Tahrir El-Şam ve, dixwaze demildest di pêvajoya Cenevreyê de pêşketinan bidest bixe. Rûsya pêvajoyên paralel tercîh dike; yanî li aliyekî rêxistinên terorîst li bêjingê dixe, li aliyê din dixwaze di pêvajoya Cenevrê de pêş de here.

‘PÊŞEKA TIRKIYÊ EW E KU HTŞ HELWESTA XWE BIGUHERE’

Taştekîn diyar kir ku teori û pratîka daxuyaniya ku “Teyitkirina berdewamirina hevkariya îmhakirina rêxistinên wek DAIŞ, El- Nûsra, El- Qaide û her kes, kom û rêxistinên bi DAIŞ’ê ve girêdayî û rêxistinên ku ji aliyê Lijneya Ewlehiyê ya NY’ê weke teror îlan kirine” lihev nakin. Her sê alî vê bêahengiyê dizanin û wisa jî danezan îmze kirin. Lîstina dualî ji danezana destpêkê ya Astanayê ve heye. Niyeta Tirkiyê ne ew e ku rêxistinên li Idlibê tune bibin, niyeta wî ew e ku werin rewşek “aheng”. Ji bo wê jî dixwazin komên radîkal ên ku ji HTŞ’ê qut bûne, bînin rêzê. Em dizanin ku HTŞ’ê li şûna Tirkiyê ev erk girtiye ser xwe. Pêşeka Tirkiye ne ew ku HTŞ’ê ji holê rake, ew dixwaze helwesta wê bê guhertin û were xeta Ahrar El- Şam. Ahrar El- Şam jî ji aliyê rêveberên El- Qaîdê ve hatibû avakirin, lê yek ji rêxistinên ku herî zêde bi Tirkiyê re kete nava hevkariyê ye. Hewldana veguherîna HTŞ’ê pir dubare bû. Amerîkî jî prim didin vê hewldanê. Ji bo wê jî di mijara hevkariya bi radîkalan re destê Tirkiyê pir rihet e.”

 ‘RÛSYA BI ENIYÊN MUXALÎF ÊN  ALTERNETÎF RE TEMASAN DIMEŞÎNE Û LI RÊYA XILASIYÊ DIGERE’

Taştekîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin bi Qanûna Qeyser ya ku li Sûriyê  ferz kirine, şertan li Şamê û hevkarên wê teng bikin. Tirkiye jî wek mînaka li bakurrojavayê Sûriyê, TL’yê Tirkiyê derxist piyasê û xwest pêngavên guhertina bandora Qanûna Qeyser biavêje. Li vir Tirkiye ji hevkarên Astanayê vediqete. Rûsya jî li hember îtimala  xirabtirbûna rewşa Sûriyê, bi eniyên muxalîf ên anternatîf re temasan dimeşîne, da ku rêya xilasiyê bibîne. Ji lûtkeyê zêdetir, bi cezayan ve girêdayî rewşa nû û lêgerînên Rûsyayê giringtir in. Hinek çavkaniyên muxalîfan bawerdikin ku dê hinek pêşketinên suprîz çêbibin, lê ez bixwe hîna jî biendaze (temkinli) me. Pêvajoyek dînamîke heye, zû encamderxistin dibe ku xapîner be.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din