Fehîma Hemo: Tirkiyê dê li Sûriyê bi sernekeve

Endama Meclisa Serokatî ya MSD ya Buroya Helebê Fehîma Hemo  got, li rojava heta rojhilat , Tirkiyê dewletek bi tena xwe maye, her tim hewl dide li rêyekê bigire da ku xwe xilas bike. Fehîma anî ziman ku diyalogên siyasî ku nûnerên gel neyên beşdarkirin aloziyê çareser nake.

Endama Meclisa Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Buroya Helebê Fehîma Hemo li ser aloziya li Idlibê û nakokiyên Rûsya- Tirkiyê ji ANHA‘yê re axivî.

Fehîma anî ziman ku mijara aloziya Sûriyê veguheriye şerê bi wekîlan û got: "Ev şer ji bo pêkanîna berjewendî û planan e. Dewletên mezin ev şer xistine xizmeta berjewendiyên xwe, niha em dibînin roj bi roj alozî gûr dibe. Mijara Idlibê û nakokiyên ku di demên dawî de derketine ejnîdeyên dewletên ku hewl didin berjewendiyên xwe bi rêya domandina aloziyê pêk bînin e."

Fehîma wiha domand: "Heger em qala nakokiyan bikin, divê em di ber çavan re derbas bikin  ku Rûsya, Tirkiyê kişandiye da ku mudaxeleya aloziya Sûriyê bike. Di heman demê de em daxuyaniyên tehrîkkirinê yên Tirkiyê û xitina balafira Rûsya li gundewarê bakurê Idlibê ji bîr nekin. Em dizanin yê di radeya yekemîn de sûdê digire Rûsyayê, ku bi salan gelek peymn û lihevkirinên fermî li ser beravan bi rêjîmê re îmze kirine da berjewendiyên xwe di Sûriyê de pêk bînine. Tirkiyê ji bo di Sûriyê de bi serkeve li ser çeteyan dide û xerçe dike, ji ber vê yekê nakokî derdikevin. Heger rewşa wisa dewam bike dê Tirkiyê ber bi ketinekê ve here."

Fehîma diyar kir ku gel fatoreya nakokiyan dide û wiha pê de çû: "Tirkiyê daxuyaniyên çapemeniyê dide, soz dide gel û dibêje ew ewlehiya we ya netewî diparêze, lê êdî ji her kesî re eşkere bûye, ku Tirkiyê di navbera du bijêrekan de maye her yek ji ya din tehltir e. Li rojava û jî li rojhilat êdî nayê qebûlkirin. Her tim hewl dide li rêyekê bigere da ku xwe xilas bike, lê di dawî de hertim têk diçe."

Fehîma Hemo li ser nelihevkirinên û belavbûna çeteyan li Idlibê jî got: "Mixabin ji 8 salan, ji destwerdana dewletên derve ve Sûriyê bûye navenda terorê ya mîna komên rêxistina El-Qaîde, di serî de Cebhet El-Nusra, her komeke girêdayî dewletekê û biryarên wê pêk tîne û desteka xwe ji digire."

Li ser girîngiya çareseriya siyasî ya bi rêya diyalogan jî Fehîma destnîşan kir ku diyalog çareseriya herî guncaw a ji bo aloziya Sûriyê ye, lê mixabin diyaloganê min her 12 torên Astanayê têk çûn, ji ber nûnerên gel nehatin beşdarkirin, ev civînan ne ji bo çareseriyê bûn, lê belê ji bo berjewendiyan bû.

Endama Desteya Serokatî ya MSD‘ê ya Buroya Helebê Fehîma Hemo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû komên çete werin tesfiyekirin da ku rê li ber komkujiyan werin girtin û mafê gelê Sûriyê di diyarkirina çarenûsa xwe de mîsoger bibe.

(bb)

ANHA


Mijarên Din