Feleknaz Uca: Şerê li dijî HDP’ê şerê li dijî Kurdan û neteweya demokratîk e

Parlamentera HPD Feleknaz Uca şerê ku dewleta Tirk ê li dijî partiya wan dimeşîne, bi şerekî giştî bi nav kir û got ev şer li dijî pergala neteweya demokratîk, Kurdan û fikrên rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Dewleta Tirk piştî ku li Garê bi bin ket, vê carê berê xwe daye Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û asta êrişên xwe li ser partiyê zêde kir. Dewleta Tirk, zêdetirî 700 hevserok, cîgir û alîgirên HDP'ê girtin.

Der barê vî şerî de û armancên dewleta Tirk jê, parlamentera HDP`ê Feleknaz Uca ji ANHA`yê re axivî.

Feleknaz Uca wiha axivî: "Êrişên mezin li ser gelê Kurd bi taybet li Bakur hene. Hevserokên şaredariyan ên hatine hilbijartin bi rayedarên din re hatin guhertin û bajarên Bakurê Kurdistanê hatin wêrankirin. Piştî pêvajoya aştiyê ya 2012-2015`an û piştre sala 2016`an serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got; pêvajoya aştiyê nîn e û ji wê demê û pê ve êrişên berfireh ne tenê li dijî hevserok, parlamenter û hevserokên şaredariyên me, lê belê li dijî alîgiran, rewşenbîr û parêzvanên demokrasiyê dest pê kir."

Feleknaz wiha domand: "AKP û MHP'ê li hev kir û hebûna xwe ya li ser şer ava kir. Bi rêya wê lihevkirinê faşîstên neteweperest destek dikin. Ji ber ku siyaseta wan bi bin ket, heta alîgirên wê jî ji wan dûr ketin û bi tenê man. Endamên partiyên wan ji wan qut bûn û partiyên din ava kirin.”

Feleknaz destnîşan kir ku dijminahiyeke mezin ne tenê bi Kurdan re, lê belê bi tevahiya gelan re heye û wiha domand: “Ev desthilat bûye mîna vîrûseke ku li welêt belav bûye. Tu têkiliyên wê bi cîranên wê re nîn in. Dewleta Tirk bi hemû welatên cîran re di nava şer de ye. Bi Lîbya, Qibris, Ermenistan û Qerebaxê re, bi hemûyan re polîtîkayên dijminatî û dagirkeriyê dimeşîne."

‘PERGALEKE BINKETÎ YE’

Feleknaz diyar kir ku ji ber siyasetên dewleta Tirk, piştgirî jê qut dibe ji ber ku jiyana hemû gelan dixe nava rîska polîtîkayên xwe û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyê bi belavbûna vîrusa koronayê re aloziyên aborî, siyasî û civakî afirandin. Êdî ev alozî derketin pêş û nayên veşartin.”

Her wiha Feleknaz balkişand ser aloziya ku deshtilata Tirkiyê tê re derbas dibe û ev nirxand kir: “Pergala wan bi bin ket. Êdî li ser tevahiya astan pirsgirêkan diafirîne. Rojane jin tên kuştin. Ji ber tunebûna qanûnê û mafan, kolanên Tirkiyê û Kurdistanê bûne navendên êşkenceyê. Ne tenê rêber Abdullah Ocalan, lê belê tevahî girtî rastî êşkenceyeke mezin û tecrîdeke girankirî tên.”

Feleknaz der barê êrişa li dijî Garê de ev yek got: “Ji ber têkçûna operasyona dawîn a dewleta Tirk a li Garê, AKP û MHP`ê xwestin vê binkeftinê binuxmînin. Ji ber wê hevserok û endamên HDP`ê û endamên  ku berê di heyeta Îmraliyê de bûn dikin hedef. Hinek ji wan dîlgirtî ne û yên mayî li derve jî dikin hedef, lê çi bikin nikarin wê binkeftinê veşêrin.”

Feleknaz pêvajoya ku niha Tirkiyê tê re derbas dibe, bi pêvajoya ku Almanya di serdema Adolf Hitler de piştî Şerê Cîhanê ya Duyemîn tê re derbas bûye, wesifand û wiha lê zêde kir: “Şerekî derûnî û propaganda ji bo Hîtler hat kirin. Îro jî li Tirkiyê heman tişt tê kirin. Di medyayê de jî şerekî derûnî heye. Piştî têkçûna li Garê, hewl didin xwe rast nîşan bidin (xwe mafdar derxin) û lomê bixin stûyê HDP'ê."

Feleknaz wiha domand: “Wan encamek bi dest nexist, wezîrê karên derve yê ku bû wezîrê şer û propagandayê derket ser dikê û wêneyên êrîşa li dijî HDP'ê nîşan da.”

‘ARMANC NE TENÊ HDP YE'

Feleknaz Uca got HDP ne armanca dewleta Tirk a tekane ye û wiha domand: "Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Gelek êriş li dijî Kurdan tên kirin. Em dizanin ku armanc ne tenê HDP`ê yan jî Rojava û Rojhilat e."

Feleknaz destnîşan kir ku wezîrê karên hundir navên partiyan yek bi yek dibêje û dijminatiya bi wan re eşkere dike, gelek dijmin li dijî Kurd û erdnîgariya Kurdistanê û dagirkirina Kurdistanê parçeyek ji vê dijminatiyê ye.

Feleknaz têkiliyên xurt ên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê bi bîr xistin û wiha axivî: "Hevkariya DAIŞ`ê kir. Me leşkerên Tirk bi çeteyên DAIŞ`ê re li ser sînorê di navbera Kobanê û Pirsûsê de dît. Raya giştî dît ku çawa dewleta Tirk veguherî navenda derbasbûna çeteyan ji rojava û başûr re. Em dibînin ku îro berxwedana Kobanê bûye birîna dilê dewleta Tirk ku dixwze tolê ji serkeftina Kobanê rake. Tê bîra we ku dema Erdogan got Kobanê ketiye û dê bikeve lê Kobanê bi ser ket û bûye xema dewleta Tirk."

Feleknaz got li Efrînê armanca dewleta Tirk guhertina demografiyê ye û wiha domand: "Li Efrîn û Serêkaniyê bicihkirina sîstema Tirk bi rêya sîstema perwerdeyê û pereyên Tirkiyê ye. Erkdarkirina waliyan, kuştin û revandina mirovan û dadgehkirina wan li Tirkiyê. Ev têrê dewleta Tirk nake. DAIŞ`yan jinên Êzidî yên Şengalê firotin. Li Efrînê jî jinên Kurd direvîne. Tişta ku bi serê jinên Şengalê de hat îro bi serê jinên Kurd û Ereban li Efrînê tê."

ÊRIŞEKE GIŞTÎ

Parlamentera HDP’ê behsa dijmatiya dewleta Tirk ji Kurdan re kir bi taybet Kurdên ku xwe dispêrên sîstema neteweya demokratîk û wiha got: "Dewleta Tirk ne tenê Bakur û Rojava dike hedef. Herêmên Başûr bi taybet ên stratejîk dagir kiriye. Zêdetirî 30 nuqteyên leşkerî hene û ev yek ji ber hikumeta Başûr derfetê dide wan û bê deng e."

Feleknaz wiha domand: "Dengên ku ji Başûr derdikevin zerarê didin yekitiya kurdî. Bi rêya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirin û guhertina demografî sîstema demokratîk li Kurdistanê dikin hedef. Netewa demokratîk hêviya jiyana hevbeş li Rojava ye."

Feleknaz Uca besa sedemên sereke ji êrişên dewleta Tirk li ser partiya wan kir û ev xal bi bîr xistin: "HDP`ê bi rêya projeya xwe vê yekê dixwaze. Lê dewleta Tirk yek ziman, yek al û yek netew ferz dike. Em dibêjin ku gelek pêkhate hene. Dewleta Tirk di şêwazê jiyana hevbeş de xeteriyê li ser xwe dibîne û naxwaze ev şêwaz pêş bikeve û civaka azad û rêxistinkirî derkeve. Dewleta Tirk bi hdefgirtina ciwan û jinan vê yekê hedef digre û êriş li ser giştî herêman heye."

Feleknaz di axaftina xwe de lihevkirinên navneteweyî yên li dijî Kurdan bi bîr xistin û wiha nirxand: "Gelek hewldan ji bo yekitiya kurdî hene. Biryara navneteweyî ya li dijî Kurdan weke di Lozanê de 1923`an de Kurdistan li ser maseya Ewropayê hate parçekirin. Careke din bazar li dijî kurdan li ser maseya Ewropayê tê kirin. Her dewletek nêrîneke wê ji bo parçekirina herêmê û berjewendiyên xwe heye. Em zanin ku di sedsaliya Lozanê de nexşerêyên Rojhilata Navîn dê werin guhertin. Şerê cîhanê yê Sêyemîn li ser xaka Rojhilata Navîn e. Ew şerê dewletên desthilatdar li dijî netewa demokratîk e ji ber netewa demokratîk bi xwe re guhertina demokratîka Rojhilata Navîn, bîne."

Parlamentera HDP`ê Feleknaz Uca tekez kir ku dê li dijî êrişên li hemû qadan, di hemû girtîgehan û li her deverê dê li ber xwe bidin û îşaret bi girîngiya yekitiya kurdî kir û wiha axivî: "Em berpirsên berxwedana Kobanê, Helebçe, Enfal, Sûr û Nisêbînê ne. Astengkirina her partiyekê ji xebatên yekitiyê re îxanet e."

Feleknaz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em nikarin ji bo partiyekê li parçeyekî Kurdistanê destkefiyên Kurdan bixin xetereyê."

(bx-şx)

ANHA


Mijarên Din