Duh Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk biryareke bi hejmar 8 derxist û li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand. Di nav biryarê de hat diyar kirin ku hemû derfet wê ji bo xizmeta parastina gel ji êrişeke dijminane ya li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê bikaranîn.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê têkildarî biryarê ji ANHA'yê re axivî.
Ferîd Etê, diyar kir ku heya êriş, dagirkerî û gef li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebin wê ev rewşa awarte ya ku hatiye ragihandin berdewam bike.
PÊWÎSTIYA BIRYARA REWŞA AWARTE
Ferîd Etê, der barê pêwîstiya biryara rewşa awarte de got: “Biryar bi erêkirina Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilata Sûriyê hat dayîn. Biryara Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê gefên dewleta Tirk û êrişên li ser herêmê hat ragihandin. Dewleta Tirk rojanê êrişî herêmên me dike ku xebatkarên Rêveberiya Xweser û tevahî saziyên Rêveberiya Xweser, avahiyên xizmetgûzarî dike hedef. Li dijî vê me jî rewşa awarte ragihand.”
`BILA GELÊ ME TEVLÎ SEFERBERIYÊ BIBE`
Ferîd Etê, ji bo nêzîkatiyên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê biryarê re û wateya rewşa awarte ev tişt anî ser ziman: “Ev rewşa awarte tê wateya ku tevahî saziyên Rêveberiya Xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komînan heya meclisên gund, navçe, bajar û herêman amadekariyên xwe ji bo parastina herêmên xwe bikin, xwedî li xwîna şehîdan û rêveberiya xwe derbikevin. Dewleta Tirk a dagirker cardin dixwaze ku êrişên dagirkeriyê li ser herêmên me bide destpêkirin û hinek herêmên din dagir bike. Ji ber wê divê tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû ol û zimanên xwe tev li seferberiyê bibin ku nirx û axa xwe bi yekdestî biparêzin. Bi vê seferberiyê em ê hemû gef û êrişan dagirkeran têk bibin.”
“Ev biryara seferberiyê tê wateya ku em hemû îmkanên xwe ji bo parastina xwe bikar bînin” bi van gotinan Etê, behsa girîngiya seferberiyê kir û got: “Tevahî gelê herêmê yên tev li seferberiyê dibin wê xwedî li rêveberiya xwe derbikevin, derdora hêza xwe kom bibin, mafê xwe yê rewa yê parastine bikar bînin û tevahî hêzên gelêrî jî wê li dijî êrişan derbikevin.”
`HEYA ÊRIŞ, DAGIRKERÎ Û GEF HEBIN WÊ REWŞA AWARTE DEWAM BIKE`
Ferîd Etê, destnîşan kir ku heya êriş, dagirkerî û gef li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebin wê ev biryara rewşa awarte bidome û ev tişt lê zêde kir: “Piştî vê biryarê tevahî saziyên me wê di rewşa awarte de bin. Heya ku êriş, dagirkerî û gef li ser herêmên me hebin wê ev rewş berdewam bike. Wê hemû îmkanên gelê herêmê û Rêvberiya Xweser ji bo vê rewşê berdewam bike. Dema ku êriş û gef li ser herêmên me sekinîn wê demê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cardin bicive û biryara rakirina rewşa awarte ji holê rake.”
BANG JI GELÊ HERÊMÊ RE: DIVÊ BI BIRYARA XWESERIYÊ RE ALÎKAR BIN
Ferîd Etê, ji bo pêkanîna vê biryarê û alikarîdayînê bang li gelê herêmê kir û pê de çû: “Baweriya me bi gelê me heye û banga me ji gelê me re kar û xebatên xwe li gor vê biryarê bidin meşandin. Gelê me divê asta xwe ya têkoşînê bilindtirîn bikin. Ev rewş girîngiya yekdestiyê hin zêdetir derdixînê holê ku bikaribin bi hevre herêmê biparêzin. Gelê me divê pişta xwe nede tu hêzên derve ku piştgiriya hêza xwe ya bikin. Ger parastin nebe em nikarin tu carî saziyên xwe birêvebibin. Hemû gelên li herêmê û derveyî herêmê divê bi biryara Rêveberiya Xweser alîkar bin ku gefên dagirkeran têk bibin. Yên ku terorê têk bir gel û hêza me bû. Bi vê baweriyê wê vê carê jî terora dewleta Tirk bê têk birin.”
ANHA