NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Ferîd Etî: Erdogan ditirse ku pîvanên demokratîk ên herêma me derbasî Tirkiyê bibin

Hevserokê Rêveberiya Xweser Ferîd Etî got: “Gefxwarinên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ji tirsa wî ya ji pîvanên demokratîk ên li  herêmên Rêveberiya Xweser tê. Erdogan ditirse ku ev pîvanên demokratîk derbasî hundirê Tirkiyê bibin.”

Hevserokê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Ferdî Etî derbarê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li djî herêmên Rêveberiya Xweser ji ajansa me re axivî.

Etî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Daxuyaniyên Erdogan û gefxwarinên wî yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ne nû ne. Ew ji sala 2014`an hem rasterast û hem ne rasterast gefan li herêmê dixwe.”

Etî diyar kir ku gefxwarinên Erdogan ji ber tirsa wî ya ji pîvanên demokratîk a Rêveberiya Xweser, tên û got: “Ew ditirse ku ev pîvanên demokratîk derbasî hindirê Tirkiyê bibin.”

Ferîd destnîşan kir ku herêmên Rêveberiyê ti xeteriyê li ser kesî çênakin û got: “Berovajî wê ew dewletek cîran e. Em hez dikin ku hevkariyek di navbera me û dewletên cîran de hebe. Çi hikumeta wan an jî gelê wan dewletan bin.”

Etî tekez kir ku ew di destpêka aloziya Sûriyê de û heta niha baweriyê bi çareseriya leşkerî nakin û wiha pê de çû: “Em bi rêyeke aştiyan e ji bo çareserkirina dozan tev digerin. Em giringiyê didin rêyên bi mantik. Ji  ber hêz rêya zeyîfan e, lê mejî tekane rêya  çareserkirina dozan e. Çareserkirina dozên heyî, bi rêya diyalogê û lidar xistina civînên berfireh di hemû qadan de, pêk tê.”

Hevserokê Meclisa Giştî yê Rêvberiya Xweser Ferîd Etî di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Sûriyê kir ku vegerin welatê xwe û beşdarî çalakiya siyasî bibin û roleke wan aktîf di ewlehî û istiqrara welatê xwe de bilîzin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din